Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat banga xwepêşandana seranserî dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat a Kurdistanê Şivan Mehmûd tekez kir, her hewldanek ji bo lawazkirina qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê gefeke rasterast e li ser jiyan û paşeroja welatiyan û ji bo sibe banga xwepêşandana seranserî li dijî biryarên Hikûmeta Iraqê kir.
Şivan Mehmûd îro 25ê Mijdara 2026an di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, qewareya Herêma Kurdistanê ew mertalê destûrî û niştimanî ye ku asayîş, rûmet, azadî û pêkvejiyanê ji bo nifşên îro û paşeroja Kurdistanê diparêze.
Şivan Mehmûd amaje bi wê yekê kir ku her destdirêjî û hewldanek ji bo lawazkirina vê qewareyê, gefeke rasterast e li ser jiyan û paşeroja her takekesekî vî welatî.
Her wiha tekez kir ku parastina qewareya Herêma Kurdistanê, ne tenê berevanîkirin e ji saziyekê, belkî berevanîkirin e ji man û şikoya her kesî.
Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat a Kurdistanê bang li hemû Kurdistaniyan, qutabiyan, xwendekaran û fêrxwazan kir ku sibe Pêncşemê, 26ê Mijdara 2026an, li bajar, bajarok û gundan dakevin kolanan û ragihand ku ji bo vê armancê sibe demjimêr 10:00ê sibehê xwepêşandana hezaran qutabî û lawan dê ji paytexta Kurdistanê dest pê bike.
Mehmûd her wiha daxwaz kir ku li hemû parêzgeh û navçeyên Kurdistanê; li Silêmanî, Dihok, Zaxo, Soran, Helebce, Germiyan û Raperînê, xwendekar û ciwan ji bo berevanîkirina li vê viyana niştimanî dakevin kolanan.