Serokê Encûmena Dadwerî: Divê pirsgirêk li ser bingeha destûr û yasayê bên çareserkirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen di daxuyaniyekê de, gotinên dawî yên Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar ên Iraqê yên li dijî Herêma Kurdistanê wekî cihê metirsî û dilgiraniyê bi nav kirin.

Serokê Encûmena Dadwerî ya Herêma Kurdistanê Dadwer Ebdulcebar Ezîz Hesen îro 25ê Mijdara 2026an ragihand, Destûra Iraqê bi zelalî şêwaz û rêkarên pêwendî û dabeşkirina maf û desthilatên di navbera Herêma Kurdistanê û dewleta federalî ya Iraqê de diyar kirine.

Ebdulcebar Ezîz Hesen zelal kir ku pêwîst e kêşe û girift li ser bingeha destûr, yasa û rêzgirtina li gotûbêj û rêkeftinan bên çareserkirin, ne bi zimanê zordarî û hêzê ku xizmetê ji ti aliyekî re nake û aramî û seqamgîriya Iraqê dixe metirsiyê.

Di beşeke din a daxuyaniyê de, daxwaz ji Hikûmeta Federalî hat kirin ku di dîtina çareseriya destûrî ya ji bo kêşe û giriftên ligel Herêma Kurdistanê de berdewam be. Herwiha hat tekezkirin ku her hewldan û rêkareke din a li derveyî çarçoveya destûrî û yasayî, dadperweriyê pêk nayne û ziyanê digihîne tevahiya Iraqê.