Parêzgarê Hewlêrê: Sibe mezintirîn xwepêşandana cemawerî tê lidarxistin
Navenda Nûçeyan (K24) – Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw ragihand, li ser daxwaza nûnerên çîn û texan, ji bo piştgirîkirina li Herêma Kurdistanê û parastina axa wê, sibe li nêzîkî Kela Hewlêrê mezintirîn xwepêşandana cemawerî tê lidarxistin û daxwaza beşdariyeke berfireh a hemû pêkhateyan kir.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw îro 25ê Mijdara 2026an di kongreyeke rojnamevanî de ragihand, ji bo piştgirîkirina li Herêma Kurdistanê û parastina axa Kurdistanê, sibe Pêncşemê, 26ê Mijdara 2026an, demjimêr 10:30ê sibehê, li Baxê Şar ê li nêzîkî Kela Hewlêrê mezintirîn xwepêşandana cemawerî dê bê lidarxistin.
Umêd Xoşnaw zelal kir ku biryara lidarxistina xwepêşandanê piştî wê yekê hat ku daxwaznameyek ji aliyê nûnerên çîn û pêkhateyan ve ji bo wergirtina destûra fermî hatibû pêşkêşkirin.
Parêzgarê Hewlêrê amaje bi wê yekê kir ku xwepêşandan hemû çîn û pêkhateyan li xwe digire û wekî desteya ewlekariyê jî ji bilî dayîna destûra fermî, hemû amadekariyên pêwîst hatine kirin. Xoşnaw her wiha got ku ew hêvîdar in cemawer, çîn hemû hêzên siyasî, pêkhate û rêxistinên civaka sivîl beşdariyeke berfireh û çalak di xwepêşandanê de bikin.
Ev daxuyaniya Parêzgarê Hewlêrê ligel bangawaziyeke hevşêwe hevdem e ku ji aliyê Sekreterê Rêxistina Yekîtiya Qutabî û Lawên Demokrat a Kurdistanê Şivan Mehmûd ve hatibû kirin ku daxwaz ji qutabî, xwendekar û lawên hemû parêzgeh û navçeyên Kurdistanê kiribû sibe ji demjimêr 10:00ê sibehê ve ji bo berevanîkirina li qewareya destûrî ya Herêma Kurdistanê dakevin kolanan.
Ev tevgerên cemawerî li Herêma Kurdistanê piştî wê yekê tên ku duh 24ê Mijdarê, Serokwezîrê Iraqê Elî Falih Zeydî çendîn biryarên neyasayî û nedestûrî li dijî Herêma Kurdistanê derxistin ku paşê nerazîbûna Kurdistaniyan li pey xwe anî.