Îlham Ehmed wekî endama Parlamentoya Sûriyeyê hat destnîşankirin
Navenda Nûçeyan (K24) – Serokê Sûriyeyê bi mersûmeke fermî kesatiya diyar a siyasî ya Kurd Îlham Ehmed wekî endama serbixwe li Parlamentoya Sûriyeyê destnîşan kir, bi vê yekê jî hejmara endamên parlamentoyê bo 206 endaman bilind bû.
Li gorî wê nivîsara fermî ya ku îmzeya Serokê Komara Erebî ya Sûriyeyê Ehmed Şera li ser e û îro Pêncşem, 26ê Mijdara 2026ê, hatiye belavkirin, biryar li ser destnîşankirina Îlham Henan Ehmed wekî endam di Encûmena Gel (Parlamentoya Sûriyeyê) de hatiye dan.
Wê mersûmê hejmara 200 a sala 2026ê hilgirtiye û ji du madeyan pêk tê; her çend dîroka derketina li ser wê nivîsarê 5ê Mijdara 2026ê (25ê Cemadîlûla 1448ê Koçî) ye, lê îro bi rengekê fermî di medya û saziyên fermî yên Sûriyeyê de hatiye belavkirin.
Naveroka wê mersûmê:
Di tekista wê mersûmê de hatiye ku ew biryar li dû hukmên ragihandina destûrî û mersûma hejmar 143 a sala 2025ê derketiye:
- Madeya 1ê: Xanim Îlham Henan Ehmed wekî endam di Encûmena Gel de tê destnîşankirin.
- Madeya 2ê: Ev mersûm di rojnameya fermî de tê belavkirin û aliyên peywendîdar ji bo bicihanînê tên agahdarkirin.
Li gorî ragihandina fermî ya Şamê, destnîşankirina Îlham Ehmed ji bo tijîkirina kursiyeke vala ya endamên serbixwe di parlamentoyê de ye, bi vê pêngavê jî tevahiya giştî ya endamên Encûmena Gel a Sûriyeyê ji 205 endaman bo 206 endaman zêde bû.
Li gorî madeya 24ê ya ragihandina destûrî û madeya 45ê ya mersûma hejmar 143, di dema valabûna kursiya her endamekî hilbijartî yan destnîşankirî de, Serokkomar cîgirê wî diyar dike.
Îlham Ehmed kesatiyeka siyasî ya Kurd a Rojavayê Kurdistanê ye û yek ji kesatiyên herî diyar ên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû. Ew di 28ê Berçileya 1963ê de li bajarê Efrînê bûye. Destpêka jiyan û çalakiya wê ya siyasî di dehsalên 1990an de dest pê kiriye.
Wê xwendina Edebiyata Erebî li Zanîngeha Helebê temam kiriye. Ji 18ê Tîrmeha 2018ê ve heta tevlîbûna hêzên HSDê û Rêveberiya Xweser ligel dewleta Sûriyeyê, Hevseroka Encûmena Bicihanînê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Berpirsa Pişka Peywendiyên Derve ya wê rêveberiyê bû.