Civîna PDK û YNKê li Silêmaniyê dest pê kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Beriya kêliyekê Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî ji bo civîna çaralî ya li gel Bafil Talebanî û Qubad Talebanî gihîştin baregeha Mekteba Siyasî ya Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) li Silêmaniyê.

Niha civîna çaralî dest pê kiriye û di civînê de, hewlên hevbeş ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û YNKê ji bo gihîştina helwesteke yekgirtî ya Herêma Kurdistanê li hemberî pêşhatên vê dawiyê yên Bexdayê zêdetir tên xurtkirin.

Her îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an), Endamê Mekteba Siyasî ya PDKê Hêmin Hewramî di peyamekê de li ser tora civakî ya Xê nivîsiye ku civîna çaralî ya îro ya Silêmaniyê bi beşdariya Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî li gel hejmarek endamên Mekteba Siyasî ya PDKê birêve diçe; li hemberî wê jî Bafil Talebanî û Qubad Talebanî li gel hejmarek endamên Mekteba Siyasî ya YNKê beşdar dibin.

Hewramî her wiha ragihandiye ku PDK û YNKê tekez kiriye divê çareseriya hemû pirsgirêk û nakokiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal de li ser bingeha diyalogê û pabendbûna bi federalîzm û destûrê be.