Hikûmeta Federal bi dehan madeyên destûrî li hemberî Herêma Kurdistanê binpê kirine

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di raporeke berfireh de ragihand ku hikûmetên yek li pey yek ên Iraqê piştî pesendkirina destûra sala 2005an, serederiyeke "bijartî" û yekalî li gel destûrê kiriye û şeş tewerên sereke yên destûrê binpê kirine.

Fermangeha Medya û Zanyariyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 28ê Mijdara 2026an, raporeke fermî li ser binpêkariyên destûrî yên Hikûmeta Federal a Iraqê li hemberî Herêma Kurdistanê belav kir. Di raporê de hatiye diyarkirin ku desthilatdarên Bexdayê destûr wekî referanseke yasayî ya pabendker û çarçoveyek ji bo hevpariya rastîn bi kar neaniye, belkî li gorî berjewendiyên siyasî serederî pê re kiriye; ev yek jî bûye sedema kûrbûna dabeşbûnan û lawazbûna baweriya siyasî li Iraqê.

Amarên sereke yên binpêkariyan (2005 – 2025)

Di raporê de bi hejmar û daneyan bal hatiye kişandin ser qebareya wan binpêkariyên ku di navbera salên 2005 heta 2025an de li hemberî Herêma Kurdistanê hatine kirin:

- 15 sal paşketin: Heta niha Encumena Federalî nehatiye pêkanîn, di demekê de ku destûrê sala 2010an wekî maweya dawî ji bo damezrandina wê diyar kiribû.

- Kêmtir ji %1ê nûnertiyê: Rêjeya nûnertiya Kurdan di saziyên federal û bi taybetî di dezgehên leşkerî û ewlehiyê de daketiye kêmtir ji %1ê.

- Pişka budceyê herî zêde %5: Ew pişka ku bi kiryarî di budceya federal de ji bo Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin, piştî birîn û jêderxistinan tenê %5 bûye, di demekê de ku berê %17 bû.

- Birîna mûçeyên 8 salan: Di navbera salên 2014 heta 2025an de, Hikûmeta Iraqê mûçeyên 8 salên temam ên mûçexurên Herêma Kurdistanê birîne.

- 20 sal paşketina Madeya 140î: Maweya dawî ya destûrî ji bo cîbicîkirina vê madeyê 31ê Berfanbara 2007an bû, lê piştî nêzîkî du dehsalan hîn jî nehatiye cîbicîkirin.

- Rawestandina 14 yasayan: Zêdetirî 14 yasayên federal ên girîng ku destûrê daxwaza derxistina wan kiriye, heta niha nehatine derxistin.

Şeş tewerên sereke yên binpêkariyan

Fermangeha Medya û Zanyariyê binpêkariyên Hikûmeta Iraqê li ser şeş tewerên sereke dabeş kirine:

1. Binpêkirina bingeha federalîzmê û hevpariya rastîn:
Li gorî Madeya 1em a destûrê, Iraq dewleteke federal, parlemanî û demokratîk e, lê Bexdayê bi çendîn rêyan ev bingeh têk daye. Di raporê de amaje bi piştguhxistina zimanê Kurdî (Madeya 4) hatiye kirin ku Yasaya Zimanên Fermî ya hejmar 7 a sala 2014an di saziyên federal, zanîngeh, dadgeh, konferansên fermî û nivîsarên derve yên Iraqê de nayê cîbicîkirin. 

Her wiha meclîsa duyem (Encûmena Federalî) ku garantîya parastina mafên herêm û parêzgehan dike nehatiye avakirin, Dadgeha Bilind a Federal (Madeya 92) hê jî bi yasayeke berî destûrê kar dike û biryaran li dijî sîstema federalî derdixe, û desteyên serbixwe jî (Madeyên 105 û 106) hatine astengkirin.

2. Binpêkirina bingeha demokrasî û cudakirina desthilatan:
Tevî ku Madeya 47an a destûrê desthilatên yasadanîn, cîbicîkirin û dadweriyê bi zelalî ji hev cuda kirine, di raporê de hatiye destnîşankirin ku Hikûmeta Iraqê ev bingeha destûrî binpê kiriye.

3. Xwedûrxistina ji cîbicîkirina Madeya 140î:
Li gorî Madeya 140î ya destûrê, diviyabû heta 31ê Berfanbara 2007an her sê qonaxên asayîkirin, serjimêrî û giştpirsiyê li Kerkûkê û navçeyên din bihatana cîbicîkirin, lê Bexdayê xwe ji vê berpirsiyariyê dûr xistiye.

4. Siyaseta darayî ya neheq û Yasaya Budceya 2023–2025:
Hikûmeta Federal bi rêya birîna budce û mûçeyan cezayê bikom li ser gelê Kurdistanê sepandiye. Di Yasaya Budceya sê-salî ya hejmar 13an de jî, yasa bêyî razîbûna pêkhateyan (berovajî Madeya 47an) hatiye derbaskirin û Herêma Kurdistanê hatiye neçarkirin ku petrolê radest bike bêyî ku garantiyên darayî hebin.

5. Astengkirina hevpariya di petrol û gazê de û zindîkirina yasayên rejîma berê:
Tevî ku Madeyên 111 û 112an birêvebirina petrol û gazê kirine hevbeş, Bexdayê rê li ber derxistina Yasaya Petrol û Gazê girtiye. Her wiha biryara Dadgeha Federal a 15ê Sibata 2022an a ji bo betalkirina Yasaya Petrol û Gazê ya Herêma Kurdistanê ya hejmar 22 a sala 2007an qeyran kûrtir kiriye. Li gel vê jî, bi xwespartina li Madeya 130î (ku li dijî Madeya 13an e), yasayên rejîma berê yên wekî Yasaya Wezareta Petrolê ya hejmar 101 a sala 1976an û Yasaya Parastina Hîdrokarbonan a hejmar 84 a sala 1985an hatine zindîkirin.

6. Astengkirina derxistina 14 yasayên federal:
Li gorî raporê, Bexdayê di derxistina yasayên yekalî de lez kiriye, lê zêdetirî 14 yasayên destûrî yên girîng asteng kirine, di nav wan de Yasaya Ala, Dirûşm û Sirûda Niştimanî.

Di dawiya rapora Fermangeha Medya û Zanyariyê de tê tekezkirin ku vegera bo destûrê û cîbicîkirina hevpariya rastîn, tekane rê ye ji bo parastina aramiya siyasî û aborî ya Iraq û Herêma Kurdistanê.