PDK û YNK: Em bi hevbeşî berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şandên bilind ên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), îro Şemiyê (28ê Mijdara 2026an) li Silêmaniyê civiyan û piştî bidawîhatina civînê daxuyaniyeke hevbeş belav kir.

Di daxuyaniya hevbeş de hatiye diyarkirin ku civîn taybet bû bi rewşa nû ya Iraq û Herêma Kurdistanê, her wiha gotûbêjkirina yekxistina helwestan li hemberî pirsên rojevê û pêwendiyên Herêma Kurdistanê yên li gel saziyên federal.

Her wiha amaje bi wê hat kirin ku her du aliyan tekezî li ser girîngiya bikaranîna diyalogê ji bo çareserkirina pirsgirêkan kiriye û di vê çarçoveyê de jî biryar daye ku bi yekhelwestî beşdarî civîna 1ê Berçileya 2026an a li Bexdayê bibin.

Di civînê de her du aliyan pêdagirî li ser çareserkirina hemû pirsgirêkan di çarçoveya Destûra Hemîşeyî ya Iraqê de kiriye û hevdem soz daye ku bi awayekî hevbeş berevaniyê li mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê bikin.

Serê sibeha îro Şemiyê, Nêçîrvan Barzanî û Mesrûr Barzanî li gel şandeke Mekteba Siyasî ya PDKê çûbûn Silêmaniyê û li gel Bafil Talebanî, Qubad Talebanî û şandeke Mekteba Siyasî ya YNKê li baregeha sereke ya Mekteba Siyasî ya wê partiyê civiyabûn; piştî civîneke ku zêdetirî du demjimêran dom kir, ev daxuyanî hat belavkirin.