HEVBENDÎ: Em her êrîşeke li dijî Başûrê Kurdistanê wekî êrîşeke li ser hemû Kurdistanê dibînin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) bi daxuyaniyekê ragihand ku ew biryarên yekalî yên Hikûmeta Navendî ya Îraqê yên li ser statû, desthilat, qadên petrolê û deriyên sînor ên Herêma Kurdistanê qebûl nakin û banga çareseriya li ser bingeha destûrê kir.

Meclîsa Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ) îro 28ê Mijdara 2026an derbarê peywendiyên di navbera Hikûmeta Navendî ya Îraqê û Herêma Kurdistanê de, li Qada Şêx Seîd çalakîya ji bo piştgirîya Başûrê Kurdistanê li dar xist û tê de daxuyaniyek xwend.

Daxuyaniya Hevbendiya Neteweyî ya Kurdistanê (HEVBENDÎ:

EM Ê HER ÊRÎŞEKE LI DIJÎ BAŞÛRÊ KURDISTANÊ WEKÎ ÊRÎŞEKE LI SER HEMÛ KURDISTANÊ BIBÎNIN!

EM BANG LI HIKÛMETA NAVENDÎ YA ÎRAQÊ DIKIN KU DEST JI BIRYARÊN YEKALÎ YÊN LI SER STATÛYA DESTÛRÎ, VÎNA SIYASÎ Û DESTKEFTIYÊN HERÊMA KURDISTANÊ BERDE!      

Di pêvajoyeke dîrokî de ku Rojhilata Navîn ji nû ve teşe digire û vîna miletan a diyarkirina çarenûsa xwe girîngiyê bi dest dixe, em hewldanên Hikûmeta Navendî ya Îraqê yên ji bo tengkirina desthilatên Herêma Kurdistanê, lawazkirina statûya wê ya siyasî û guhartina kontrola li ser qadên petrolê û deriyên sînor bi biryarên yekalî, napejirînin.

Ev hewldan, tenê nîqaşên desthilatên îdarî û aborî nînin. Di heman demê de destêwerdan in li hemberî avahiya federe a ku Destûra Bingehîn a Îraqê mîsoger kiriye, li hemberî statûya destûrî ya Herêma Kurdistanê û destkeftiyên siyasî yên ku gelê Kurdistanê di encama têkoşîna xwe ya dîrokî de bi dest xistine.

Pergala federal a ku bi Destûra Bingehîn a Îraqê ya sala 2005'an hatiye mîsogerkirin, encama têkoşîna gelê Kurdistanê ya bi salan, berdelên wê yên giran û berxwedana wê ya dîrokî ye. Di rewşekê de ku di serî de xala 140'î ya Destûra Bingehîn, berpirsiyariyên destûrî yên nehatine bicihanîn li holê ne, hewldana bisînorkirina desthilatên Herêma Kurdistanê bi biryarên îdarî yên yekalî, bi prensîbên lihevkirina destûrî û dewleta hiqûqê re li hev nakeve.

Tu rêveberiyeke navendî, berî ku berpirsiyariyên xwe yên destûrî bi cih bîne, nikare hewl bide ku mafên destûrî yên Herêma Kurdistanê ji holê rake an bisînor bike.

Ji bo me mijar gelekî zelal e: Başûrê Kurdistanê ne tenê nirxê gelê me yê li Başûr dijî ye, nirxê hevpar ê dîrokî, siyasî û civakî yê tevahiya neteweyaê Kurd e.    

Statûya siyasî, azadî, xweserî û destkeftiyên sazûmanî yên ku li her perçeyekî Kurdistanê hatine bidestxistin, destkeftiyên hevpar ên tevahiya miletê Kurd in.

Em ji vir bi eşkereyî radigihînin: Em ê her êrîşeke muhtemel a leşkerî, siyasî an îdarî ya li hemberî Başûrê Kurdistanê, ne tenê li dijî Başûrê Kurdistanê, lê wekî êrîşeke li ser hemû Kurdistanê û vîna hevpar a neteweyaê Kurd bibînin. Li hemberî destêwerdaneke bi vî rengî em bêdeng namînin, gavan paşve navêjin û em ê berpirsiyariya xwe ya piştevaniya neteweyî bi cih bînin. Destkeftiyên ku gelê Kurdistanê bi têkoşîneke dîrokî bi dest xistine, nabin mijara bazarê.              

Parastina yekîtiîya neteweyî ya Kurd û destkeftiyên wê yên hevpar, li ser hemû cudahiyên navbera partî û rêxistinên siyasî re, berpirsiyariya hevpar a hemû sazî û dezgehên siyasî û civakî yên Kurd e. Em pêşxistina helwesteke hevpar a PDK û YNK'yê di vê pêvajoyê de girîng dibînin; em bang li sazî û dezgehên siyasî, pêkhateyên demokratîk, rêxistinên civaka sivîl û hemû dînamîkên neteweyî yên perçeyên din ên Kurdistanê jî dikin ku vîneke hevpar a piştevaniyê deynin holê.

Wekî Meclîsa HEVBENDIYÊ em bang li Hikûmeta Navendî ya Îraqê dikin ku di nav sînorên destûrî de tevbigere, rêzê li statû û desthilatên Herêma Kurdistanê bigire û dest ji destêwerdanên yekalî berde. Riya çareseriya pirsgirêkan ne ferzkirin û êrîşên navendparêz in; hiqûqa destûrî, muzakereya demokratîk û rêzgirtina ji bo hev e.

Wekî HEVBENDÎ em bi eşkereyî radigihînin; di parastina statûya destûrî, vîna siyasî û destkeftiyên dîrokî yên Başûrê Kurdistanê de, em li cem Rêveberiya Herêma

Kurdistanê û gelê Başûrê Kurdistanê ne. Em bibiryar in ku li hemberî her êrîşeke li ser van destkeftiyan piştevaniya neteweyî mezin bikin, têkoşîna hevpar a demokratîk û siyasî pêş bixin û berpirsiyariya dîrokî ya dikeve ser milê me bi cih bînin.

Divê tu kes nefikire ku dikare bîra dîrokî ya miletê Kurd, vîna piştevaniya neteweyî û destkeftiyên wê yên hevpar piştguh bike û siyasetê bike. Destê ku dirêjî her perçeyekî Kurdistanê bibe, dê bi vîna hevpar a tevahiya neteweyaê Kurd re rû bi rû bimîne.

DESTKEFTIYÊN BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DESTKEFTIYÊN TEVAHIYA KURDISTANÊ NE!

EM ÊRÎŞÊN LI HEMBERÎ KURDISTANÊ PROTESTO DIKIN! 

HEVBENDÎYA NETEWEYÎ YA KURDISTANÊ - HEVBENDÎ