Îran: Di êrîşeke Amerîkayê de kesek winda bûye û du kes jî birîndar bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Beşa Pêwendiyên Giştî ya Artêşa Îranê ragihand, di encama êrîşa droneke Amerîkî de li ser belemeke masîgiran li peravên Sîrîkê yên parêzgeha Hurmizganê li başûrê Îranê, welatiyek winda bûye û du kesên din jî birîndar bûne.

Artêşa Îranê îro 29ê Mijdara 2026an di daxuyaniyekê de aşkere kir, ew belem a welatiyê bi navê Mehmûd Fete ye û di dema êrîşê de sê kes tê de bûne. Li gorî daxuyaniyê, êrîş îro saet 03:30ê berbangê li avên beramberî Sîrîkê rû daye, ku dikeve ser Tengava Hurmizê.

Tîmên lêgerîn û rizgarkirinê karîn du kesên di belemê de rizgar bikin û ji bo wergirtina çareseriya bijîşkî veguhêzin Nexweşxaneya Sîrîkê. Di heman demê de, çarenivîsa kesê sêyemîn ku xwediyê belemê ye hîn ne diyar e û operasyonên lêgerîna li pey wî li deryayê berdewam in, ev yek di demekê de ye ku tê pêşbînîkirin ew hatibe kuştin.

Artêşa Îranê di çend saetên borî de ragihand, wan li ser tengavê dronên sîxuriyê xistine xwarê û agir bi keştiyeke neftê jî ketiye, ku li gorî gotina wan li rojhilatê tengavê rênimayên çûnûhatinê binpê kirine.

Ev bûyer di demekê de rû didin ku Washington sepandina dorpêça tund a deryayî li ser wan keştiyên ku pêwendiya wan bi benderên Îranê re heye, didomîne.