Ebdulxefar: Li dû destûrê, Kurdistanê dê pareke dadperwerane di dahatan de hebe

Daner Ebdulxefar
Daner Ebdulxefar

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamentoya Îraqê îro xwendina yekê ji bo projeqanûna edilandina Qanûna Rêveberiya Darayî kir, ku Wezareta Darayî bi merema vegerandina dahata parêzgehan pêşkêş kiriye, herwisa endamekî Lîjneya Darayî jî eşkere kir ku endamên Kurd ên wê lîjneyê pêşniyara rakirina Madeya 29ê ya projeqanûnê bêyî cîgir red kiriye.

Parlamentoya Îraqê îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, civiya û xwendina yekê ji bo projeqanûna edilandina Qanûna Rêveberiya Darayî kir, herwisa Wezareta Darayî ya Federal dixwaze ku bi rêya parlamentoyê wê projeqanûnê ji bo vegerandina dahata parêzgehan biedilîne.

Di derheqa vê yekê de jî, Endamê Lîjneya Darayî ya Parlamentoya Îraqê Daner Ebdulxefar ji Kurdistan24ê re ragihand: "Pêştir pêşniyarek di Lîjneya Darayî de hebû, ji bo hilweşandin û rakirina Madeya 29ê di Qanûna Rêveberiya Darayî ya Îraqê de." Amaje bi wê yekê jî da ku di qanûnê de bi awayekî giştî pirsgirêk hene û dijheviyeka zêde di navbera madeyên wê de tê dîtin.

Bi gotina Daner Ebdulxefar, wan dijhevî û kêmasiyan pêştir hem ji bo Herêma Kurdistanê û hem jî ji bo tevahiya parêzgehên din pirsgirêk çê kiribûn, her ji ber wê yekê jî edilandina qanûnê bûye daxwaza hevpar a hemî parêzgehan û Herêma Kurdistanê.

Endamê Lîjneya Darayî behsa wê yekê jî kir ku pêşniyara destpêkê tenê bi arasteya rakirina wê madeyê bêyî danîna ti cîgirekê bû, "lê em û tevahiya endamên Kurd ên di nav Lîjneya Darayî de bi vê yekê razî nebûn."

Navbirî zelal jî kir ku di destpêkê de di rûniştina îro de biryar hat dan ku xwendin ji bo wê projeqanûnê neyê kirin, heta baştir lêkolîn li ser wê bê kirin, lê paşê nêrîn ber bi wê yekê ve guherîn ku divê guhertin di wê madeyê de bê kirin, ne ku bi tevahî bê rakirin.

Herwisa mekanîzma guhertina pêşniyarkirî jî eşkere kir û got: "Guhertin bi wî awayî ye ku Madeya 44ê di qanûna wan parêzgehên Îraqê de yên ku ne parek ji Herêma Kurdistanê ne, bê veguhastin û li cihê Madeya 29ê bê danîn, herwisa Herêma Kurdistanê jî lê bê zêdekirin; ango mafê her parêzgehekê çi be, berî parêzgehê mafê Herêma Kurdistanê pê bê dan."

Di pareke din a axaftinên xwe de, Daner Ebdulxefar piştrast kir ku Herêma Kurdistanê li gorî destûrê dê pişkeka dadperwerane di tevahiya dahatan de û di wan dahatan de jî hebe yên ku bi dest dixe.

Navbirî tekez li ser wê yekê jî kir ku ev projeqanûna îro xwendina yekê jê re hat kirin, pêdivîtiya wê bi wê yekê heye ku guhertin tê de bên kirin û paşê xwendina duyê jê re bê kirin, daku tevahiya wan pirsgirêkên tê de ne bi tevahî bên çareserkirin.