Şêx Madih Neqşebendî: Kurdistan tenê bi yekrêziyê ji vê rewşê derbaz bibe

Şêx Madih Neqşebendî
Şêx Madih Neqşebendî

Navenda Nûçeyan (K24) – Dr. Şêx Madih Neqşebendî yê Serpereştyarê Medrese û Xaneqayên Hezretê Şêx Osman Neqşebendî di peyamekê de ji bo serkirdayetiya siyasî ya Herêma Kurdistanê ragihand ku Bexda bi hinceta serweriyê û dijî gendeliyê bizavê ji bo jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê dike û tekez kir ku Kurdistan tenê bi yekrêzî, tebayî û çareserkirina pirsgirêkên navxweyî dikare ji vê rewşê derbaz bibe.

Dr. Şêx Madih Neqşebendî yê Serpereştyarê Medrese û Xaneqayên Hezretê Şêx Osman Neqşebendî îro Yekşem, 29ê Mijdara 2026ê, li Kurdistan û cîhanê peyamek arasteyî Serok Barzanî, Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, Serokê Yekîtiya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Talebanî, Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî û serkirdeyên din ên Herêma Kurdistanê kir.

Di peyama Dr. Şêx Madih Neqşebendî de hatiye ku her ji kevn de di serdemên li pey hev de heta îro li hemî perçeyan her tim ji aliyê stemkar û dagîrkeran ve bizava serkutkirin, neman û jêbirina nasnameya gelê Kurd hatiye kirin, lê heta îro bi bexşîna xwîna bi hezaran şehîdan her maye û li ser piyan li hember dagîrkeran rawestiyaye û dest danehêlane.

Navbirî herwisa got: “Baş li bîra me tevan e ku Başûrê Kurdistanê her ji serdema padîşahiyê û paşê rejîmên li pey hev heta nemana rejîma Sedam çi ji destê wan hatiye li hember Kurdan ceribandiye û kêmasiyek nekiriye, lê gelê Kurd her ma; piştî nemana rejîma Beisê, Kurdan bêhna xwe berda û got: Êdî em dê bihêwirin û ligel hevxebatên xwe bi hev re Îraqeke demokratîk, federalî û pirneteweyî ava bikin û bi rê ve bibin û em hemî dê bi aramî bijîn.”

Dr. Şêx Madih Neqşebendî amaje jî kir: “Mixabin ew hêvî kurt bû û her ji serdema kabîneya duyê ya Îraqa nû ketin dijatiya gelê Kurd di birîna budceyê, bikaranîna hêzê û heta bikaranîna hêzê li dijî referandumê û dagîrkirina Kerkûk, Şingal, Xaneqîn û cihên din, lê Kurd bi yek helwestî û yekgirtinê karîn bi ser wan hemî qeyranan de bi ser bikeve.”

Di peyamekê de ragihand ku îro careke din Hikûmeta Îraqê bi navê siyaseta serweriyê û dijî gendeliyê bi niyeta jinavbirina qewareya Herêma Kurdistanê ye, ez piştrast im ku ev pilaneke darêtî ya pêşwext e li dijî Kurdan, ji bo veşartina şikestina wan hemî tawanên ku ji destpêkê ve heta niha li hember gel hatine kirin.

Navbirî herwisa got: “Îro Kurdistan, ku ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin, tenê bi yekrêzî, biratî, tebayî û yekgirtina navxweyî dikare ji vê qeyranê derbaz bibe; ez ji vê derê daxwazê ji hemî aliyan dikim ku pirsgirêkên navxweyî bi yekcarî çareser bikin û hemî bi yekgirtin û yek helwestî pişta hev bigirin û qewareya Herêma Kurdistanê biparêzin.”

Di dawiya peyama xwe de jî behsa wê yekê kir ku mînaka zindî jî di serdema Xudêjêrazî Mam Celal û Serok Barzanî de, her çend Kurdistan ji Şîe û Suneyan kêmtir bû, lê ji ber ku yekgirtî bûn ji hemîyan bihêztir û bibandortir bûn; piştrast bin Kurdistan mîna keştiyê ye, eger binav bû kes rizgar nabe û hemî bi hev re binav dibin; Bexda di destpêkê de heta xwe cîgir bike dibe ku wisa nîşan bide ku pişta aliyekî digire, lê dema ku xwe girt hemîyan wekî hev dibîne û cudahiyê naxe navbera zer, kesk, sor, şîn û pirteqalî ji ber ku ew dijmina rastîn ê Kurdan e.