DAIŞê ji bilî kuştinê tilî û lingên zarokan jî birîn

Rozê keçeke 5 salî ye, piştî ku çekdarekî DAIŞê dI komkujiya sala borî de, bav û dayika wê kuştin, tiliyên Rozê jî birîn û lingê xûşka wê ya 5 mehî birîn.

https://k24mediaservice.streaming.mediaservices.windows.net/b26058b0-f7f7-4b87-94ef-bc8d3df05b55/Komkujiya%20Kobane%20R.ism/manifest

K24 – Kobanê

Rozê keçeke 5 salî ye, piştî ku çekdarekî DAIŞê dI komkujiya sala borî de, bav û dayika wê kuştin, tiliyên Rozê jî birîn û lingê xûşka wê ya 5 mehî birîn.

Kuştina dê û bavê Rozê li pêş çavên wê bandoreke xirab li ser derûniya wê çê kiriye û ji kesên nenas û cil û bergên leşkerî di mejiyê wê de ye û ji wan ditirse.

Ew bûyer bû sedema ku Roza di tenêtiyeke bêdeng de bimîne. Ap û amojina Roza tevî rewşa hejartiyê, wan barê Roza û xûşk û birayên wê hilgirtine ser milên xwe.

Herwihya  apê Roza bang li rêxistinên mirovî û xêrxwaziyê dike, da ku pirsgirêkên wan çareserbikin û rewşa Rozê ya tenduristî çareser bikin.

Di 25 hizêrana 2015an de roja pênşemê, DAIŞê komkujiyek li Kobanê pêk anî, di encamê de bêhtir ji 400 welatiyên kobanê di wê komkujiyê de bûn qurbanî.