Siûdiyê weberhênana xwe li Tirkiyê zêdetir dike
Li gor aborîzan û pisporên Tirkiyî, Erebîstana Siûdî veberhênana xwe ya Amerîkayê dê li Tirkiyê pêk bîne.
K24-Navenda Nûçeyan
Tevî redkirina Serokê Amerîkayê Barack Obama, piştî pejirandina pêşnûmaya yasayî ku mexdurên êrîşa 11'ê Îlonê dê bikaribin doz li Erebîstana Siûdiyan vekin têkiliyên Amerîka û Erebîstana Siûdî ket tengasiyê. Ji ber pêşnûmayê tê gotin Erebên Siûdî veberhênana xwe ya 750 milyar dolarî jî dê betal bike. Li gor aborîzan û pisporên Tirkiyî, Erebîstana Siûdî veberhênana xwe ya Amerîkayê dê li Tirkiyê pêk bîne.
Li Amerîkayê, di hefteya borî de tevî redkirina Serok Barack Obama pêşnûmaya der barê mexdurên êrîşa 11 Îlonê sala 2011 an ku li dijî navenda bazirganiya cîhanê pêk hatibû li senatoyê hat pejirandin. Bi vî awayî mexdurên êrîşê dikarin doz li rêvebiriya Erebîstana Siûdî vekin. Pêşnûma di navbera Amerîka û Erebîstana Siûdî de bû sedema rageşiyê.
Rêvebiriya Siûdî ev pêşnûma şermezar kir û ragihand ku têkiliyên her du welatan dê bikeve tengasiyê. Li ser vê geşedanê tê gotin veberhênana 750 milyar dolarî ya Erebîstana Siûdî ku li Amerîkayê hatiye kirin dê bê betalkirin.
Gerînendeyê Aborî yê Rojnameya Yenî Şafakê Îbrahîm Acar wiha got:"Bi vê biryarê Dewletên Yekbuyî Emerîka dikare dest dane ser mal û samanê hin peywirdarên Suudî yên li Emerîkayê. Dibe ku sepandina vê yasayayê hinekî dem bigire lê sermiyan ji aloziyan hez nake û ew rîskên bi vî awayî bo aboriyê metirsîdar in. Herwiha gelek nîşane û nirxandinên ciddî li ser vê mijarê hene ku di bêjin bi îhtîmaleke mezin beşeke mezin ji vê sermiyana Suudiyan ya li Dewletên Yekbuyî Emerîkayê dê paşde vekişe."
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdoganê ku nerazîbûna xwe nîşanî pêşnûmayê dabû, çend roj berê şûngirê Mîrê Erebîstana Siûdî Muhammed bîn Nayîf kiribû mêvan û jê re nîşana komarê da.
Li gor Îbrahîm Acar rêvebirê aboriyê yê rojnameya Yenî Şafakê ku nêzîkî hikumeta Tirkiyeye tê zanîn bi vexwandina Muhammed bîn Nayîf armanc ew e ku veberhênana Sîûdiyan li Tirkiyê bê kirin.
"Bêguman eleqeya di gel Şûngirê Mîrê Suudî û gotinên Erdogan bo paşve kişandina vê sermiyanenîşaneyeke. Di derbarê vê mijarê de delîlên girîng
hene. Helbet 750 milyar dolarê li Emrîkayê bi temamî paşde na vekişe lê pareke mezin ji vî pereyî dê li dewletên din yên cîhanê belav bibe û bi ya min herî kêm %10 vî pereyî, dê ber bi Tirkiyê ve were."
Li gor aborîzan Kerem Alkin pejirandina pêşnûmayê dê bandoreke neyînî bide ser veberhênanên welatên din ên Ereban ku li Amerîkayê hatine kirin.
Akademîsyenê Aborînas Prof. Dr. Kerem Alkin wiha axifî:"Bêguman gelek mal û samanên Kuwêyt, Qatar û Mînişîniyên Yekbuyî yên Ereban jî li DYE hene û bi îhtîmalekê ew jî dê di vî warî de li gor helwesta Erebîstana Suudî biryar bidin. Vê yasayê diltengiyeke mezin li ser sermiyana van hemû dewletan çêkir. Rojên pêş de dê bandorên girîng yên vê yasayê derkein holê."
Alkan, da zanîn ku li gel aboriyê di warê sîyasî de jî geşedanên neyînî dê rû bide.
"Ev demeke dirêje di navbera Washîngton û Riyadê de hem di warê sîyasî hem jî di warê aborî de nakokî hene. Herwiha derbarê nirxê neftê de jî dubendiyeke mezin hebu. Ez wisa dihizirim ku ev nakokî û dûbendiyên di navbera van herdu dewletan de dê têkiliyên Tirkiyê, Erebîstana Suudî û Rusyayê xurttir bike."
Tekiliyên Tirkiye û Erebîstana Siûdî di nav 8 salên dawî de gelek pêş ket. Ligel pejirandina pêşnûmayê jî tê gotin Erebîstana Siûdî bo veberhênanên nû dê zêdetir berê xwe bide Tirkiye.