Demîrhan: HDP bi piştgriya CHP'ê ji benda hilbijartinê derbas bû
Bi encama hilbijartinên 24'ê Hezîranê re li Tirkiye dawî li pergala parlementeriyê hat û pergala serokatiyê dest pê kir. Her partî û namzed ji aliye xwe ve encaman dinirxînin. Li gorî HDP'ê derbaskirina benda ji %10 serkeftin e. Rayedarên HDP'ê li hin bajaran kêmbûna dengan xwe jî dinirxînin. Ji aliye din ve li gorî nirxandina saziyên lêkolîner, HDP'ê li bakur piştgiriya CHP'ê kir, CHP'ê jî li Rojavayê Tirkiyeyê piştgiriya HDP'ê kir.
K24 – Diyarbekir
Bi encama hilbijartinên 24'ê Hezîranê re li Tirkiye dawî li pergala parlementeriyê hat û pergala serokatiyê dest pê kir. Her partî û namzed ji aliye xwe ve encaman dinirxînin. Li gorî HDP'ê derbaskirina benda ji %10 serkeftin e. Rayedarên HDP'ê li hin bajaran kêmbûna dengan xwe jî dinirxînin. Ji aliye din ve li gorî nirxandina saziyên lêkolîner, HDP'ê li bakur piştgiriya CHP'ê kir, CHP'ê jî li Rojavayê Tirkiyeyê piştgiriya HDP'ê kir.
Li Tirkiye û Bakur partiyên siyasî bi civînan nirxandina encamên hilbijartinên 24'ê Hezîranê dikin. Li gorî encamên ne fermî, dengên HDP'ê li gorî hilbijartina 1'ê Mijdarê li çendîn bajarên bakûr kêm bû, lê li bajarên wekî Stenbol, Enqere û Îzmîrê zêde bû. Parlementera nû ya HDP'ê ya Diyarbekirê Remziye Tosun dibêje, tevî şert û mercên Rewşa Awarte, girtin û binçavkirinê HDP'ê li gorî 1'ê mijdarê li temamê Tirkiyeyê dengên xwe zêde kir. Tosun, piştgiriya bi dengên ji bajarên Rojavayê Tirkiyeyê hatiye jî wiha dinirxîne.
Remziye Tosun ji K24ê re wiha axivî: "Ji ber ku Tirkiye bibe Tirkiyeke azad û jiyaneke aştiyane lê hebe gelek aliyên li bajarên rojavayê Tirkiyeyê dengên xwe dan HDP'ê. Ew jî dizanin heta ku HDP nekeve parlementoyê demokrasî nayê Tirkiyeyê. Daxwaza xelkê tene Tirkiyeyeke azad û demokratîk e."
Rayedarên HDP'ê amaje dikin ku nirxandinan li ser sedemên kêmbûna dengên HDP'ê li çendîn bajarên bakûr dikin. Berpirsên HDP'ê tînin zimên ku ji bilî bandora şer û alozî, zext û astengiyan dê polîtqaya xwe ya li herêmê jî li ber çavan re derbas bikin. Li gorî saziyên lêkolîner jî di navbera HDP'ê û CHP'ê de tifaq ne fermî hebû. Serokê Navenda Lêkolînên Herêmî YORSAM'ê Doç. Dr. Yilmaz Demîrhan dibêje; namzedê AK Partiyê Recep Tayîp Erdogan, li bajarên ku HDP lê bihêz e jî dengên xwe zêde kir û serkeftineke mezin bidest xist. Demîrhan amaje dike ku, heger CHP'ê piştgiriya HDP'ê nekira HDP bi rêjeya dengên Bakur ji benda hilbijartinê derbas nedibû.
Dr. Yilmaz Demîrhan dibêje: "Dema ku mirov li Bakur dinixêre ya rast HDP bi dengên xwe benda hilbijartinê derbas nedikir. Li beramberî vê yekê dengên AK Partiyê li bakûr zêde bûne. Heta dengên Erdogan ji yên AK Partiyê zêdetir bûne. Lê ji aliye HDP'ê ve derbasbûna benda hilbijartinê serkeftin e."
Di hilbijartinan de dengên HDP'ê ji yên namzedê HDP'ê Selahedîn Demîrtaş zêdetir derket. Lêkolîner dibêjin, hejmareke alîgirên HDP'ê li cihê Demîrtaş dengên xwe dan namzede CHP'ê Muharem Înce da kû Înce bimîne geda duyem. Her dîsa lêkolîner amaje dikin ku hejmarek alîgirên CHP'ê jî hem ji ber ku HDP ji benda ji %10 derbas bibe, hem da kursiyên AK Partiyê zêde nebe û hem jî da ku di serdema nû de di pêvajoya demokratîk de cih bigire dengên xwe da HDP'ê. Niha êdî çavên dengdêran li parlementoya Enqereye ne ku di nav hemahengiyekê de li rêyên çareserkirina pirsgirêkên civakê bigerin.