Tirkiye dê bi Rûsyê re operasyonekê li Tel Rifatê pêk bîne?
Li beramberî hewla Amerîkayê ya avakirina xalên çavêdiyê, eger heye Tirkiye bi Rûsyayê re operasyonekê bibin ser Tel Rifatê.
K24 – Enqere
Di qada Sûriyê de rageşiya navbera Tirkiye û Amerîkayê de ya li ser rojhelatê Firatê bi daxuyaniyên dawî yên Amerîkayê ku gotibûn, ew ê li ser sînorê rojhelatê Feratê û Tirkiyê xalên çavdêriyê ava bikin gurtir bûye. Li gorî hin pisporên Tirkiyê, Tirkiye dê beramberî vê yekê gaveke pêwîs bavêje. Bi boçûna hin pisporan jî beramberî hewla Amerîkayê eger heye Tirkiye bi Rûsyayê re operasyonekê bibin ser Tel Rifatê.
Di navbera Tirkiye û Amerîkayê de li ser qada Rojhelatê Ferata ku di bin çavdêriya Amerîkayê de di bin serweriya YPGê de ye ev heyameke bûye sedema rageşiyan. Herî dawî rayedarên Amerîkayê ragihandin ku ew ê li ser sînorên Rojhelatê Feratê û Tirkiyê 12 xalên çavdêriyê ava bikin. Tirkiyeya ku YPGê û PYDê li ser ewlehiya welatê xwe weke gefekê dibîne û gelek caran êrîşê rojhelatê Feratê kiriye bi wê hewla Amerîkayê dilgraniya xwe anî ziman. Niha tê merqkirin, ka gelo Tirkiye dê beramberî vê yekê bersiveke çawa bide Amerîkayê?
Bi boçûna pisporê rojhilata Navîn Can Acûn; ne mimkûn e ku Tirkiye ev hewla Amerîkayê qebûl bike û beramberî vê yekê dê gavên pêwîst biavêje.
Pisporê Rojhilata Navîn Can Acun ji K24ê re got: “Tirkiye, Rûsya û Îran li ser yêkrêziya xaka Sûriyê bi hev re ne. Lê belê hewla Amerîkayê ya avakirina xalên çavdêriyê tê wateya parçekirina xaka Sûriyê û pêşîlêgirtina operasyonên Tirkiyê yên li ser Rojhelatê Feratê. Dema ku Tirkiye hevkariya Emerîka û YPGê qebûl bike ev yek tê wateya ku Enqere jî YPGê rewa dibîne. Lê belê di rojên bê de ger li dijî Tirkiyê gefek xwe bide der artêşa Tirkiyê tevî her tiştî dê operasyoneke berfireh li ser deverên YPGê yên rojhelatê Feratê pêk bîne.
Piştî biryara Amerîkayê ya avakirina xalên çavdêriyê Wezîrê Berevaniya Tirkiyê Hûlûsî Akar jî bi hevpostê xwe yê Rûsî re bi reya telefonê hevdîtin pêk anî û taybetî mijara Tel Rifatê hate axaftin. Bi vê yekê jî mijara gelo Tirkiye beramberî hewla Amerîkayê bi Rûsyayê re dê operasyonekê li ser Tel Refata di bin destê YPGê de ye pêk bîne hate rojevê.
Pisporê Rûsî Yaroslav Smaylov li ser vê yekê ji K24ê re wiha axiv: “Her çiqas mijara Idlibê di navbera Tirkiye û Rûsyayê de bibe sedema eciziyan jî, ji aliyê Amerîkayê ve li rojhelatê Feratê avakirina 12 xalên çavdêriyê bê gûman Tirkiye û Rûsyayê nêzîkê hev dike. Dibe ku rojên pêşiya me de Rûsya operasyonekê li ser Idlibê pêk bîne û Tirkiye jî dê bi Rûsyayê re tev bigere. Piştî Idlibê egerek zêde ye ku Enqere û Moskova berê xwe bidin Tel Rifatê jî ji ber ku her du welat jî li Sûriyê hebûn û pêşveçûna Amerîkayê eciz in.”
Amerîka û Tirkiye di sala 2011an de dema şerê navxweyî yê Sûriyê dest pê kir bi hev re piştevaniya hêzên opozisyona Sûriyê dikirin. Lê belê piştî sala 2014an Amerîkayê di çarçoveya têkoşîna dij DAÎŞê de alikariyên leşkerî û çekên gran bo YPG ya ku Tirkiye ji bo xwe weke gefekê dibîne kir. Piştî vê hewla Amerîkayê, Tirkiye li Sûriyê zêdetir xwe nêzîkê Rûsyayê kir. Ji loma jî tê gotin, ev hewla dawî ya Amerîkayê jî dê zêdetir berê Enqereyê bide Moskoyê di qada Sûriyê de.