Çalakîya li ber avahiya HDPyê li diyarbekirê 87 roj in berdewam e

Malbatên serbaz û polîsên Tirk, ku dîlgirtî yên PKK ne û malbatên zarokên wan beşdarî PKK ne 86 roj e li ber Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê çalakiyê lidardixin. Malbat daxwaz dikin, ku ji destên kê çi tê, alîkariya wan bikin, da ku bigihin zarokên xwe.

K24- Amed

Malbatên serbaz û polîsên Tirk, ku dîlgirtî yên PKK ne û malbatên zarokên wan beşdarî PKK ne 86 roj e li ber Partiya Demokratîk a Gelan HDP'ê çalakiyê lidardixin. Malbat daxwaz dikin, ku ji destên kê çi tê, alîkariya wan bikin, da ku bigihin zarokên xwe.

Çalakiya malabatên ku ji PKK'ê daxwaza hatina zarokên xwe, li avahiya HDP'ê ya şaxa Diyarbekirê dikin 86 roj e berdewam e. Malbat balê dikşînin ku ew daxwaza agahî wergirtin û vegerîna zarokên xwe dikin û hem ji rayedarên Tirkiyeyê, hem jî ji destên kê/kî çi tê daxwaza alîkariyê dikin.

Şevket Altintaş bavê serbazê Tirk, Muslum Altintaş e ku di serê Cotmeha 2015'an de, li ser rêya Pilumura navçeya Dersîmê ji aliyê PKK'ê ve hatiye dîlgrtî ye. Şexmûs Kaya jî bavê polêsekiye ku di 24'ê Hezîranê da, li Licê ya navçeya Diyarbekirê ji aliyê PKK'ê ve hatiye dîlgitî ye. Herdû malbat jî îdîa dikin ku di dîlketina zarokên wan de, hin rola rêvebirên HDP'yî heye.

Şevket Altintaş (bavê serbazê Tirk ku dîlgirtiye di destê PKK'ê de) got:"Em gelek caran çûyin parlamentoyê, me bi hemû parlamenter û siyasetmedaran re alîkrî xwest lê encam derneket. Dîsa bi saziyên mafên mirovan û sivîl re jî hevdîtin û serîlêdanên me çêbûn ew jî encam neda.Me bihîst ku dayîka Hacîre li vir çalaki lidarxistiye û zarokê wê hat dîtin, em jî ji bo zarokên xwe beşdarî çalakiyê bûn."

Şexmûs Kaya (bavê Polêsê dilgirtiyê PKK'ê), dibêje:"Lawê min niha li wê derê di çi halî de ye, haya kesî jê tune ye. Ji vê derê ez bangawazî li Wezîrê navxweyî û Serokkomarê Tirkiyeyê dikim, ji ber lawê min derûniya hemû malabata min xirab buye, lê hîç bersiveke nayê dayîn ku ka lawê min heye yan tune ye."

Husniye Kaya dayîka Mekiye Kaya ye. Kaya radigihîne ku keça wê  dema 14 salî buye di 2015'an de, bi HDP'ê re çûyî ye seyranê û piştre jî jê agahî wernegirtine, loma li vir çalaki dikin. Husniye Kaya bangewazî li keça xwe dike ku vegere û tîne ziman ku tenê bi daxwaza vegerîna zarokên xwe van zehmetiyan dikşînin.

Husniye Kaya (Dayika Mekiye ku di 2015'an de beşdarî PKK'ê kiriye):"Welahî heger qîza were, hemû dinyayê bidin min, ez yek rojekî li vir rûnanêm. Em mirin, çokên me diêşin, em nexweşin, hemû dayîk nexweş ketine, yanî em dixwazin gişt dayîk piştgiriyê bidin me da ku zarokên me xilas bibin. Derdên gişt dayîn li vir heman e, yên ku dibêjin bila tundî li jinan neye kirin re jî dibêjim, em 5 sal e, tundî dibînin, derdên her roj zêdetir dibe û derûniya me xirab buye. Em nema berxwe didin, ne şeva me şev e n roja me roj e."

Malbat radigînin ku berpirsyariya hemû rayedar û aliyên civakî heye ku ji bo vegerîna zarokên wan alîkariyan bikin û heta ku zarokên wan venegerin jî dê çavên wan li rê, çalakiya xwe bidomînin.