Encûmena Wezîran: Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike

"Bêdengiya civaka navdewletî jî li hember van êrîşên tirsonek, rê li ber berdewambûna tawanên bi vî rengî xweş dike."

Hewlêr (K24) – Serokatiya Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê li ser êrîşa mûşekî ya ser Hewlêrê eşkere kir; cihê hatiye armanckirin, cihekî sivîl bû û ev hincet tenê ji bo veşartina vê tawana xirab e û propagandaya encamderên êrîşê jî ji rastiyê dûr e.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin: “Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî jî li hember van êrîşên tirsonek, rê li ber berdewambûna tawanên bi vî rengî xweş dike.”

Daxuyaniya Serokatiya Encûmena Wezîran wiha ye:

Derbarê êrîşa tirsonek a berbanga îro roja 13ê Adara 2022yan a ser Hewlêrê de, ku goya bi hinceta lêdana baregeheke Îsraîlê ya nêzîkî Konsulxaneya Amerîkayê bûye, em radigihînin ku cihê hatiye armanckirin, cihekî sivîl e û ev hincet, tenê ji bo veşartina vê tawana xirab e, propagandaya encamderên êrîşê jî ji rastiyê dûr e.”

Ev çendîn car e Îran van destdirêjiyan dubare dike û bêdengiya civaka navdewletî jî li hember van êrîşên tirsonek, rê li ber berdewambûna tawanên bi vî rengî xweş dike.

Em ji Neteweyên Yekbûyî, ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, ji Yekîtiya Ewropayê, ji Komkara Erebî û hikûmet û parlamentoya Iraqê û hikûmeta Îranê daxwaz dikin, demildest lêkolînê li ser vê êrîş û tohmeta bêbingeh bikin û serdana cihê armanckirî bikin û rastiyan li ber raya giştî ya cîhanê eşkere bikin û helwesta tund li hember van êrîşan bigrin ber xwe.

Serokatiya Encûmena Wezîran