DNO ya Norwêcî li Herêma Kurdistanê dest bi berhemanîna petrolê dike
Navenda Nûçeyan (K24) - Kompanyaya “DNO”yê ya Norwêcî, piştî rawestiyaneka dirêj, berhemanîna petrolê li zeviyên Tawkê û Pêşabûrê yên Herêma Kurdistanê dide destpêkirin. Ev pêngav di demekê de ye ku çend kompanyayên din ên biyanî jî vedegerin ser karên xwe û biryar e berhemanîna rojane bigihînin nêzîkî 170 hezar bermîlan.
Piştî ku çend kompanyayên biyanî berhemanîna petrolê li Herêma Kurdistanê careka dî da destpêkirin, kompanyaya “DNO”yê ya Norwêcî jî li zeviyên Tawkê û Pêşabûrê dest bi berhemanîna petrolê dike. Biryar e Yekşema bê kompanyaya “HKN”ê jî li zeviya Etrûşê dest bi karên xwe bike.
Berî niha kompanyayên “Gulf Keystone” û “HKN”ê dest bi berhemanînê kiribû, û kompanyaya “Hunt Oil”ê jî dê di 8ê Tîrmeha bê de dest bi karên xwe bike. Kompanyayên din ên petrolê jî dê bi çend qonaxan dest bi berhemanînê bikin.
Ji 11 kompanyayên warê petrolê, ku li Herêma Kurdistanê kar dikirin, 8 kompanyayan karên xwe rawestandibûn. Lê niha hejmareka wan kompanyayan dest bi berhemanîna petrolê kiriye û hejmareka din jî dê di çend rojên bê de dest bi karên xwe bike, ku dikarin her rojê nêzîkî 170 hezar bermîlên petrolê berhem bînin.
Zeviyên serekî yên petrolê li Herêma Kurdistanê
Li Herêma Kurdistanê 8 zeviyên mezin ên berhemanîna petrolê hene ku ev in:
- Zeviya Xurmeleyê
- Zeviyên Tawkey û Pêşabûrê
- Zeviya Şêxanê
- Zeviya Etrûşê
- Zeviya Sersinkê
- Zeviya Hewlêrê
- Zeviya Bicîl - Herîrê
Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê di gulana sala 2023ê de ji ber biryara Dadgeha Parîsê hatibû rawestandin, ku vê yekê bi milyaran dolaran zirar gihandibû aboriya Herêma Kurdistanê û Iraqê. Ev vegeriyana kompanyayan bo vejandina bazara navxweyî nîşaneka nû ye.