Welatparêzê kurd Nasan Cuma koça dawiyê kir

Kesayetiyê welatparêz yê bajarê Kobaniyê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Nasan Cuma “Ne’sê Cimo” li Hewlêrê koça dawiyê kir.
Wêne: Nasan Cemal, Welatparêzê kurd ji Kobanî.
Wêne: Nasan Cemal, Welatparêzê kurd ji Kobanî.

Navenda Nûçeyan (K24) – Kesayetiyê welatparêz yê bajarê Kobaniyê û endamê Partiya Demokrat a Kurdistanê - Sûriye (PDK-S) Nasan Cuma “Ne’sê Cimo” li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Peyamnêrê K24ê da zanîn, kesayetê welatparêz û birayê endamê Polîtburoya PDK-Sê Mistefa Cuma duhî di temenê 80 saliyê ji ber krîza dil li Hewlêrê koça dawiyê kir.

Nasan Cuma sala 1940 li gundê Helincê yê Kobaniyê ji dayik bû û di destpêkê temenê xwe de tevlî Partiya Demokrat a Kurdistanê bû. Gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatibû girtin û rastî eşkenceyê jî hatibû.

Nasan Cuma piştî êrîşa DAIŞê li ser herêma Kobanî, berê xwe da Herêma Kurdistanê û heta dawiya jiyana xwe lê ma. Nasan Cuma bi dirêjahiya temenê xwe her dem xizmeta gelê xwe kir û ji bo doza Kurd xebat kir.