Kazimî û Akar mijara ewlehiya deverên sînorî gotûbêj kirin

Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar û şanda ligel wî, li ser kêşeyên sînorî yên navbera her du welatan (deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê) gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar civiyan
Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar civiyan

Bexda (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî û Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar û şanda ligel wî, li ser kêşeyên sînorî yên navbera her du welatan (deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê) gotûbêj kirin û tekezî li ser alîkariya serbazî ya navbera her du aliyan kirin.

Serokatiya Encûmena Wezîran a Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand: “Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî ligel Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar û şanda ligel wî civiya, ku bi serdaneke fermî li Bexdayê ne.”

Di daxuyaniyê de hatiye diyarkirin: “Di dicivînê de mijarên girîng û hevpar ên navbera her du aliyan û bihêzkirina hemahengiya serbazî ya navbera Tirkiye û Iraqê di çarçoveya alîkariyên giştî de hatin gotûbêjkirin û tekezî li ser parastina serweriya axa Iraqê hat kirin.”         

Li gor daxuyaniyê; Kazimî tekezî li ser girîngiya aktîvkirina wan rêkeftinên navbera her du welatan kiriye, ku berê di dema serdana xwe ya herî dawî de bo Enqerê, biryar li ser hatibûn dayîn, tevî tekezkirina li ser girîngiya pabendbûna Tirkiyê bi cîbicîkirina wan sozên di sala 2018an de li Kongreya Kuweytê ji bo alîkarîkirina Iraqê di warê veberhênanê de ji Iraqê re dane.

Serokwezîrê Iraqê gotiye: “Iraq her cûre gef an çalakiyên terorî red dike, ku ji axa Iraqê, Tirkiyeya cîran bike armanc.” Herwiha diyar kiriye: “Iraq bi cîbicîkirina hêzên serbazî li her xaleke li nav axa Iraqê, dikare gefên bi vî rengî çareser bike.”

Li hember wî, Wezîrê Berevanî yê Tirkiyê Hulusî Akar amadebûna welatê xwe û artêşa Tirkiyê ji bo pêşkêşkirina her cûre alîkariyên şêwitmendî di warê rûbirûbûna teror û perwerde û manorayên serbazî yên hevpar de nîşan daye.

Li gor daxuyaniyê; di hevdîtinê her du aliyan tekezî li ser girîngiya çareserkirina gefên terorî li nêzîkî deverên sînorî yên navbera her di welatan (deverên sînorî yên Herêma Kurdistanê) kirine.