Bi wêne û vîdyo.. Du teqînên tund paytexta Iraqê hejand!

Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê du teqîn çêbûn.
Dîmeneke kuştiyên teqînê
Dîmeneke kuştiyên teqînê

Bexda (K24) – Li paytexta Iraqê bajarê Bexdayê du teqîn çêbûn. Kuştî û birîndar hene.

Nûçegihanê Kurdistan24ê Şivan Cebarî ji Bexdayê ragihand; li gor amarên destpêkê, nêzîkî 10 kes di encama her du teqînan de hatine kuştin û nêzîkî 20 kes jî birîndar bûne.

Medyaya Iraqê jî diyar dike ku destpêkê bombeyeke vedayî li bazara qada Teyeran a li Bexdayê teqiya, piştre xelk ji bo alîkariya birîndaran û rakirina termên kuştiyan kom bûn û kesekî ku kembera bombekirî li xwe kiribû, di nav xelkê de, xwe teqand.

Di vîdyoyekê de ku li ser medyaya civakî hatiye belavkirin xuya dike ku tevî dengê hawara xelkê, kesê ku vîdyoyê tomar dike, dibêje: “Ev cihê wê teqînê ye ku berî demeke kin, li Bab El Şerqî rûda.” Piştî çend çirkeyan, dengekî bihêz tê bihîstin û xelk hawar dikin û heman kes bi awayekî bêhnçikiyayî dibêje: “Ev teqîna duyem bû li devera Bab El Şerqî.”

null
null
null