Keçeke 15 salî ji 7ê mehê ve bênavber dibêhnije

Li bajarê Êlihê keçek 15 salî ya bi navê Yagmur bi nexweşiyeke balkêş ketiye.
kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li bajarê Êlihê yê Bakurê Kurdistanê keçek 15 salî ya bi navê Yagmur bi nexweşiyeke balkêş ketiye. Yagmura ku jiyan lê bûye zindan ji 7ê mehê ve ye bênavber dibêhnije. Malbata Yagmur wê birine cem gelek bijişkan jî lê çareseriyek nehatiye dîtin.

Yagmur Çaprak 15 salî ye. Li bajarê Êlihê dijî. Di 7ê Rêbendanê de nexweşiyek wisa li Yagmur peyda buye ku kêm tê dîtin. Di 7ê Rêbendanê de demekê kepiyê Yagmur dixwire û paşê dibêhnije. Lê bênavber dibêhnije û hîn jî dibêhnije. Malbata wê Yagmurê dibe nexweşxaneyê û Yagmur li nexweşxaneyê tê razandin û 4 rojan li nexweşxaneyê dimîne. Bavê Yagmurê Mehmet Çaprak amaje dike ku li nexweşxaneyê gelek cure pişkinîn hatin kirin lê bijişkan nekarîn ser bi nexweşîna wê ve bibin.

Bavê Yagmurê Mehmet Çaprak ji K24ê re got: "Yagmur bênavber dibêhnije. Me bir cem doktoran jî ti çareseriyek peyda nekirin. Em jî pê ve perîşan bune. Dayîka wê jî pê ve perîşan buye. Şevan nikare raze jî. Em bang dikin ku ji me re çareseriyek were dîtin."

Malbata Yagmurê gelek xemgîne ku çareseriyek bo Yagmur nayê dîtin. Dayîka wê Songul Çaprak jî dibêje keça wê nikare piçek av jî vexwe, ji ber ku her dem dibêhnije avê jî nikare daqurtîne û diavêje derve. Malbat bang dike ku ji wan re çareseriyek were peydakirin.

Dayîka Yamurê Songul Çaprak diyar dike: "Çareyek bila ji êşa wê re were dîtin. Hema bila bêjin nexweşî ji vê ye. Li kuderê be bila bibe emê li gorî derfetên xwe wê bibin. Nikare avekê vexwe, nikare nan jî bixwe."

Yagmur Çaprak jî qasî ku bikare biaxife dibêje ew dixwaze bo wê rêbazek dermankirinê were peydakirin da ku ji vê rewşê rizgar bibe.

Yagmur Çaprak dibêje: "Ez bênavber dibêhnijim. Ez dixwazim tedawiyek bo min were dîtin."

Malbata Yagmur Çaprak dide zanîn piştî ku li Êlihê çareseriyek bo Yagmur peyda nebuye, Yagmur bo Diyarbekirê hatiye şandin. Li Diyarbekirê jî bijişkan gotiye ku sedema bênavber bêhnijîna Yagmur Çaprak  di bingeha xwe de ji dêruniyê ye û çend derman bo wan hatiye dayîn, lê nebuye çareserî. Herî dawî jî Wezareta Tendirustiye Yagmur bir Enqereyê û pişkinîn li Enqereyê didomin.