Li rêbendeke Silêmaniyê şer derket û endamekî asayişê canê xwe ji dest da

Endamekî Asayişê canê xwe ji dest da û çend endamên din jî birîndar bûn.

Navenda Nûçeyan (K24) – Peyamnêrê K24ê li Silêmaniyê da zanîn, li rêbenda Tilsiloce yê Silêmaniyê şer di navbera hêza Alton û asayişa Silêmaniyê de derket û çend endamên asayişê jî birîndar in.

Li gor zanyariyên peyamnêrê K24ê, destpêkê alozî di navbera her du aliyan de dirust bû û 4 endamên asayişê bi kêran birîndar bûn.

Li gor zanyariyan jî, birîndarekî ji ber giraniya birînên xwe, canê xwe ji dest da û 3 endamên din jî li Nexweşxaneya Hawarhatinê ya Silêmaniyê tên dermankirin.

Jêderekî ji K24ê re diyar kir, niha ev pirsgirêk hat çarerserkirin.

Fly Erbil Advertisment