Kazimî ji bo rêkeftina Hewlêr û Bexdayê daxwaza "diyalogeke niştimanî" dike
Hewlêr (K24) – Serokwezîrê Iraqê Mistefa Kazimî îro di gotareke xwe de daxwaz kir ku ji bo rêkeftina navbera Hewlêr û Bexdayê diyalogeke niştimanî bikin li ser hemû astan û ragihand; gotûbêj ji bo wê yekê bibe çareseriyeke bingehîn ji bo temamê kêşeyên navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê were dîtin.
Mistefa Kazimî diyar kir: “Ez ji hêz û partiyên siyasî daxwaz dikim, berjewendiya niştimanî li ber çavan bigrin û ji zimanê tundî û aloziyên siyasî dûr bikevin, da ku di dema diyarkirî de hilbijartinên pêşwext werin encamdan û derfeta baweriya dewletê û sîstema demokratîk bidin gelê xwe.”
Kazimî eşkere kir: “Ez bang li hemû aliyan dikim ji bo 'gotûbêjeke niştimanî' li ser asta fermî, da ku em rêkeftina dawî di navbera herdu hikûmetên federal û Herêmê bikin, ji bo kêşe werin çaresekirin.”
Serokwezîrê Iraqê ji welatên cîran ên Iraqê daxwaz kir ku hevkarî û aştiyê peyrew bikin, şer û milmilaniyê ji deverê dûr bixin, ji ber ku li gor dîroka hevbeş, alozî xizmeta gelan nake.
Mistefa Kazimî eşkere kir ku Iraq naxwaze bibe qada milmilaniya welatan, bingeha hevkarî û biratiyê yekane tişt e ku gelê Iraqê qebûl bike.