Li Wanê 3 xwepêşander birîndar dibin
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber destêwerdana polîsan 3 xwepêşander birîndar bûn.

K24 – Wan
Li bajarê Wanê yê Bakurê Kurdistanê ji ber destêwerdana polîsan 3 xwepêşander birîndar bûn.
Peyamnêrê K24 li Wanê diyar kir ku, îro li bajarê Wanê hezaran welatî bi pêşengtiya Partiya Demokratîk a Gelan HDPê li dijî opersyonên li Bakurê Kurdistanê û ji bo azadiya rêberê PKKê Abdullah Ocalan xwestin ku meşekê lidar bixin.
Lê polîsan destûr neda wan û bi gaza rondikrêj û ava şid destêwerdana xwepêşandanê kirin. Hin xwepêşander jî bi bombeyên dengê û keviran bersiva polîsan dan.
Di encamê de hat 3 kes birîndar bûn û gelek kes jî hatin binçavkirin.
Ji ber operasyonên li navçeya Cizîr, Silopî û Nisêbîn û Sûrê li gelek deverên Bakurê Kurdistanê û Tirkiyê meşên nerazîbûnê roj bi roj zêdetir dibin.