Li Cizîrê zarokekî 5 salî hat kuştin

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di roja 16emîn a qedexeyê de jî şer û pevçûnan berdewam kir. Li taxên ku pevçûn hene xelkên sîvîl di kogehan de xwe vedişêrin.

K24 – Cizîr

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di roja 16emîn a qedexeyê de jî şer û pevçûnan berdewam kir. Li taxên ku pevçûn hene xelkên sîvîl di kogehan de xwe vedişêrin.

Peyamnêrê K24 diyar kir ku li  Cizîrê ji roja 14ê Kanûnê ve qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Îro jî li taxên Cûdî, Nûr û Yefesê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û endamên Tevgera Ciwanên Şoreşger (YDG-H) şer û pevçûnan rûdan. 

Tankên ku li Girê Çarkendal hatina bicîhkirin li van hersê taxan çeper û xendekên YDG-Hê topbaran kirin. 

Hat gotin ku ji ber topbaranê 10 hesp û gelek ajalên xelkê jî mirine. Herwiha ji 2 malbatan 20 kes ku di kogeheka li taxa Yefesê xwe vedişartin, di bin topbaranê de hatine rizgarkirin. 

Di pevçûnan de zarokekî 5 salî yê bi navê Husên Selçûk jiyana xwe jidest da. Derbarê kuştina zarok de jî sererkaniya Tirkiyê û PKK hev û du tawanbar dikin.