Davutoglu: Em wekî siyasetmedar têkiliyê ligel Ocalan nakin

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dibêje hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re “bêxêr” e.

K24 – Navenda Nûçeyan 

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu dibêje hevdîtina bi rêberê PKKê Abdullah Ocalan re “bêxêr” e.

Davutoglu duh şev di televîzyona NTVyê de ragihand ku, ew wekî sîyasetmedar bi Ocalan re ti carî neketine têkiliyê. Tenê hêzên wan a îstîxbarî (MÎT) bi wî re danûstandinan kirine. 

Di encamê de Ocalan ji bo danîna çekan bang li PKKyê kir ku bila konferasnsek çê bikin. Lihevkirina Dolmabahçeyê jî di çarçoveya danîna çekan de bû. Lêbelê çê nebû. 

Demîrtaş bi çend daxuyaniyên xwe vê pêvajoyê têk bir. Ger pirsgirêk çareser nebin ti xêra hevdîtina bi Ocalan re jî namîne.

Piştî alozîyên li bakurê Kurdistanê hin aliyên siyasî û civakî hêvî dikin ku Ocalan ji bo rawestandina şer bang li PKKê bike û pêvajoya aştiyê ji nû ve dest pê bike.