Şer û pevçûnên Diyarbekirê, zarok lal kirine

Şer û pevçûnên li Sûra Diyarbekirê ligel kuştî û birîndaran, herî zêde bandor li zarokan kiriye. Yek ji malbatên ku ji ber şer mexdûr bûye, malbata Tekdal e, zarokên malbata Tekdal ji tirsa lal bûne.

K24 - Diyarbekir

Şer û pevçûnên li Sûra Diyarbekirê ligel kuştî û birîndaran, herî zêde bandor li zarokan kiriye. Yek ji malbatên ku ji ber şer mexdûr bûye, malbata Tekdal e, zarokên malbata Tekdal ji tirsa lal bûne.

Psîkolojiya malabatê têk çûye û neçar mane ku mala xwe bicîh bihêlin û birevin. Niha jî tevî kêmasiya debarê, bi nexweşiyan re rû bir û ne. Bav Mehmet Sîraç Tekdal û dayîk Serayî Tekdal, nexweşiya edrê bi wan re heye. Zarokên wan Remziye, Rûqiye û Mihemed jî lal bûne. Malabat tenê bi alîkariya cîranên xwe dikarin tasek şorbe vexwin.

Serayî Tekdal karesatên ku hatine serê wan wiha anî ziman: “Ez lixwekuştinê jî fikirîm. Alavên me hemû li mala min a berê man, tifika min jî nîne daku ez xwarinê deynim ser.” Ji ber ku xaniyê ku ketinê, bi ritûbet e, nexweşiya wan zêde bûye û piraniya caran ji hişê xwe diçin. Tekdal wiha axifî: “Ji ber şer û pevçûnan, em mecbûr man ku ji Sûrê derkevin. Piştî em ji wir derketin, ketin vî xanî. Ev xanî pir kevn e û bi ritûbet e. Nexweşiya edrê him bi zilamê min û him jî bi min re heye. Nexweşiya me zêde bûye. Em nikarin dermanan bikirin. Em gelekî ji hişê xwe diçin, ji ber vê yekê em nikarin bixebitin jî.”

Serayî Tekdal diyar kir ku xaniyê wan ê li Sûrê, yê wan bû, lê xaniyê ku niha ketinê, bi 200 lîreyên tirkî kirê kirine û ji ber dahata wan tune, nikarin kirêya xwe bidin. Tekdal wiha dibêje: “Ji ber ku em ketin xaniyekî kirê, pereyên ku em bidin dermanan, didin kirêya xanî, loma em nikarin derman bikirin. Her çiqas diçe, nexweşiya me zêde dibe. Ez, kurê min, her du keçên min, zilamê min û xesûya min, em hemû di vê mala piçûk de dimînin.”

Zarokên malbata Tekdal ji tirsa, lal bûne. Diya wan Serayî Tekdal wiha diaxife: “Zarokên min bi şevan vediciniqin û ji xew şiyar dibin. Zarokên min bi giştî ji tirsa lal bûne. Êdî nikarin xweşik biaxifin.”

Li gor zamankurdî, Mehmet Sîraç Tekdal jî da zanîn ku ji ber bûyeran, ji Sûrê derketine û got: “Jixwe em mirine. Me got qet nebe zarokên me bijîn û em ji Sûrê reviyan. Lêbelê zarokên me ji tirsa lal bûn. Ji ber pirsgirêkên me yên debarê, nexweşiya me zêde dibe. Ji bo zarkonê xwe, em di fikaran de ne.”