Li Qamişlo 2 kes hatin kuştin
Bi armanca parastina Taxa El-Wista ku piraniya wê Xiristiyan in, şer û pevçûn di navbera Asayîşa Qamişlo û hêza Sotoro derket.
K24 – Navenda Nûçeyan
Bi armanca parastina Taxa El-Wista ku piraniya wê Xiristiyan in, şer û pevçûn di navbera Asayîşa Qamişlo û hêza Sotoro derket.
Peyamnêrê K24ê ragehand, ku piştî ku 3 teqîn li bajarê Qamişlo bûn, pêkhateya Xiristinî rêbend li cadeyên taxa Wista danîn, piştre jî di navbera YPG û hêza Sotoro ya ser bi hêza Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê derket, di encamê de jî 2 kes hatin kuştin.
Peymanêrê K24ê diyar kir, ku ew kesên hatine kuştin kesekî Kurd bi navê Sêfidîn Berazî ye ku li xwaringehekê kar dikir û kesê din jî Xiristiyan ye. Herwiha 2 kesên din jî birîndar in.
Peyamnêrê K24ê da zanîn, ku 2 hêz li Qamişlo bi navên Sotoro hene, yek ji wan ser Rêveberiya Xweser de, lê ya din jî ser bi Partiya Yekîtiya Siryanî ne û ser bi hêza Berevaniya Niştimanî ya rêjîma Sûriyê ye, lê di vê aloziyê de rêjîma Sûriyê ti destêwerdan nekir.
Li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê, duh şer di navbera Asayîşa Qamişlo û hêza Sotoro ya ser bi Xiristyanên bajêr de derket û ev yekemîn care ku alozî di nabera Hêza Sotoro û Asayîşê de derdikeve.