Komisyona Hilbijartinan ji “referandûma serxwebûnê” re amade ye

Komisyona Hilbijartinan a Herêma Kurdistanê diyar dike ku, ew amade ye referandûma serxwebûnê di demek kurt de encam bidin.

K24- Hewlêr

Komisyona Serbixwe ya Hilbijartinan li Herêma Kurdistanê ragihand ku, her demekê daxwaz ji wan bê kirin, ew amade ne referandûma serxwebûnê birêve bibin.

Serokê Komisyona Hilbijartinan, Hendrên Mihemed taybet ji K24 re got: “Her demekê daxwaz ji me bê kirin, em dikarin di demek kêm de amadekariyên encamdana referandûma serxwebûna Herêma Kurdistanê rêbixin.”

Hendrên Mihemed diyar kir ku, tevî ku di peyrewa navxwe ya Komsiyona Hilbijartinan de besha 280 rojî bo amadekariyan hatiye kirin, lê pêwîstiya referanûdmê kêmtir e û ew amade ne di demek kurt de lidar bixin.

Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî roja 3yê Tebaxa 2014an daxwaz ji Parlementoya Kurdistanê kiribû ku, amadekariyan bo referandûma serxwebûna Başûrê Kurdistanê bike.