“Dadgeha Mafê Mirovan a Ewropayê şirîkê kuştinan e”

di dema qedexeyên derketina derve ya 19 navçeyên Bakurê Kurdistanê de 170 sivîlan canê xwe ji dest dane. Ji van 170 kesan 29 zarok, 39 jin û 102 jî zilam in.

K24 - Diyarbekir

Serokê Şaxa Komeleya Mefên Mirovan a Diyarbekirê Racî Bîlîcî eşkere kir ku ji 16ê Tebaxa 2015an û heta 10ê Çileya 2016an di dema qedexeyên derketina derve ya 19 navçeyên Bakurê Kurdistanê de 170 sivîlan canê xwe ji dest dane. Ji van 170 kesan 29 zarok, 39 jin û 102 jî zilam in. 

Bîlîcî got: “Tiştên ku li cihên qedexe têne kirin, mirov dixin nav fikaran. Ev rewş êdî nayê qebûlkirin. Li 19 navçeyên girêdayî 7 bajaran, 59 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin. Piştî qedexeyan, di serî de mafê jiyanê, piştre jî pêdiviyên bingehîn nedihatin çarserkirin. Welatî birçî ne, pirsgirêka xwestarkirinê heye. Li ser daxwaza statûyê ya Kurdan, dewlet polîtîkaya zext û zordariyê sepand. Careke din derket holê ku mesele ne xendek in. Xendek kirin hincet û bi ser jiholêrakirina daxwaza statûyê ya Kurdan de çûn. Di navbera rojên  16ê Tebaxa 2015an û 10ê Çileya 2016an de 170 sivîlan canê xwe ji dest dan. Ji van sivîlan 29 zarok, 39 jin û 102 zilam in. 145 kes jî birîndar bûn. Ji van birîndaran hinekan milên xwe winda kirine, hinekan lingên xwe, hinên wan çavên xwe winda kirine, hinek kes jî psîkolojiya wan têk çûye.”

Ji ber ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê serdana rakirina qedexeyan red kiribû, Racî Bîlîcî nerazîbûn nîşan da û wiha axifî: “Ev biryar bi her awayî siyasî ye û li gor berjewendiyên dewletan hatiye dayîn. Eger îro ev rewş li gor biryara Dadgeha Mafên Mirovan a Ewrûpayê bi vî rengî bê nirxandin, divê ev pirs were pirsîn; Gelo çi wext biryara tedbîrê dê were dayîn? Tevî ku 170 însan hatine kuştin, pêdiviyên bingehîn nayên pêk anîn, mirov nikarin xwe bigihînin cihên tendirûstiyê, bajarên ku xwarin li wan tune ye, cihên ku cenaze bi rojan li erdê dimînin, biryara vê dadgeha ku qaşo rêzê li mafên mirovan digire daye, mirov dixe nav fikaran. Piştî vê demê êdî ew dadgeh şirîkê kuştinan e.”

Li gor agahiyên Komeleya Mafên Mirovan li navçeyên Diyarbekirê, Farqînê 6, Licê 9, li Bismilê 4, Sûrê 6, Hênê 4, Hezroyê 2, Pîranê 1, Yenîşehîrê 1 û Karazê 1, li navçeya Colemêgê ya Geverê 4, li navçeyên Şirnexê, Cizîrê 5, Silopiyê 2, Li navçeyên Êlihê, Qabilcewzê 1, Hezoyê 1, li Mêrdînê, Nisêbînê 7, Kerboran 2, Dêrikê 1, Xarpêtê, li Miyaran 1 û li Gimgima Mûşê 1 car, bi temamî 59 caran qedexeya derketina derve hatiye ragihandin.