Serkirdeyekî YNK: Di dema niha de referandûm pêwîst nake
Endente Polîtbîroya YNK dibêje ku, pêwîstiya dema niha bi peyda kirina mûçeyan û bihêzkirina dezgehên hikûmetê heye.
K24- Hewlêr
Serkirdeyekî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) dibêje ku, di dema niha de pêwîstiya encamdana referandûma serxwebûna Kurdistanê “nîne.”
Endamê Polîtbîroya YNKê, Seidî Ehmed Pîre ji K24 re got ku, ew ligel Tevgera Goranê di gotûbêjan de ne û tekez kir ku, wan behsa guhertina Serokê Parlementoya Kurdistanê di nav xwe de gotûbêj nekiriye.
Pîre hêvî xwest ku, Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Tevgera Goranê ji hev nêzîk bibin û her du alî bigihin hev.
Navborî balkişande ser rêkeftina Sykes-Pico û got ku, pêwîst nake carek din Kurd bibin qurbanî.
Derbarê pirsa encamdana referandûma serxwebûnê li Başûrê Kurdistanê, wî serkirdeyê YNKê wiha got: “Di dema niha de referandûm ne pêwîst e, tiştên din hene, wek peydakirina mûçeyan û bihêzkirina dezgehan e.”
Seidî Pîre da zanîn jî ku, pêwîst e Başûrê Kurdistanê destpêkê serxwebûna xwe werbigre û piştire konfedraliyê ragihîne “du qonaxên din jî ji wê pirsê re mane.”
Pîre balkişande ser wê yekê ku, pêwîtiya serxwebûnê bi hêza aborî û leşkerî heye “û pirseke taybete bi Kurd û biryara wê di dest serkirdayetiya siyasî ya Kurd de ye.”