Siyasetmedarên Tirkiyê piştgirî dan akademisyenan
Banga akademisyenan a bo balê bikişînin ser operasyonên li Bakurê Kurdistanê û mirina zarokan di operasyonan de li Parlamentoya Tirkiyê deng veda.
K24 – Enqere
Banga akademisyenan a bo balê bikişînin ser operasyonên li Bakurê Kurdistanê û mirina zarokan di operasyonan de li Parlamentoya Tirkiyê deng veda. CHP û HDPê piştgiya xwe bo akademisyenan ragihand û gotin ku li cihê aştî lê nîn be zanist û fikra azad jî nîn e.
Daxuyaniya Recep Tayyip Erdogan ku ji rewşenbîrên danezana aştiyê belav kiribûn re gotibû; “ Xayîn û Zir-Rewşenbîr”, bû cihê niqaşên tund.
Partiyên opozîsyonê piştevaniya akademisyenan kirin û gotin aştî ew rêgez e ku divê her kes biparêz e. Di vê derbarê de Alîkarê Serokê Giştî yê CHPê Sezgîn Tanrikulu got: “Bo Rewşenbîrên ku wijdanê civakê ne, bo entelektuelan û bo akademîsyenan gotina xayîn, dîtirkirina wan û dozvekirina derbarê wan de, li Tirkiyê aştiyê nayîne.”
Herwiha HDPê jî helwêsta Serokkomar Erdogan wek helwesteke kirêt bi nav kir û xwedî li rewşenbîran derket. Li ser heman mijarê Parlamenterê HDPê yê Çewligê Hişyar Ozsoy wiha axifî: “Ev bangeke birûmet û bişeref e ku li dijî şer û tundî û tujiyê hatiye kirin. Em bi her awayî xwedî li banga van akademisyenan ku rûmeta Tirkiyê ne derdikevin.”
Ji aliyên din ve nûnerên partiyên opozîsyonê bangî Lijneya Bilind a Perwerdê (YÖK) kir ku di gavên xwe de baldar be û dawî li tevgerên xwe yên bê wate bîne. Herwiha dan zanîn ku eger Lijneya Bilind a Perwerdê di helwesta xwe de berdewam be ew dê li pêşberî dadgehê hesab bide.