DAIŞê 16 Xirîstiyanên din berdan
Di meha borî de jî DAIŞê 25 kesên din, li bajarokê Til Temirê berdabûn, di nav wan de 2 zarok hebûn. Li gor zanyariyên Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan, 80 Xirîstiyan ji aliyê DAIŞê ve li parêzgeha Hesekê hatine binçavkirin.
K24 - Hesekê
Metraniya Dêra Asûriyan a rojhelat li parêzgeha Hesekê, ragihand ku îro 16e welatiyên wan ji aliyê DAIŞê ve hatine berdan.
Di daxwiyaniya Metraniya Dêra Asoriyan a Rojhelat de wiha tê gotin: "DAIŞê vê sibê 16e welatiyên me yên ku berî niha li bajarokê Til Temirê girtibûn, berdan."
Hat diyarkirin ku ew dê di demeke nêzîk de nav û wêneyên wan kesên hatine berdan belav bike.