Fransayê “navenda propagandayê” ya DAIŞê jinav bir
Wezîrê Bergirî yê Fransa tekez kir ku, ew dê li ser piştgiriya Pêşmergeyan berdewam bin.
K24- Navenda Nûçeyan
Firokeyên Fransî navendeke propagandayê ya DAIŞê li Mûsilê jinav birin.
Wezîrê Bergirî yê Fransayê, Jean-Yves Le Drian ragihand ku, şevê din firokeyên wan navendeke pêwendiyan û propagandayê ya DAIŞê li Mûsilê armanc kirin.
Jean-Yves Le Drian diyar kir jî ku, dê Fransa di demek nêzîk de rêyên bihêzkirina êrîşên li dijî DAIŞê, ligel hevalbendên xwe gotûbêji bike.
Li gor Le Drian, ew navenda pêwendiyan a DAIŞê li derûdora Mûsilê bû û bi temamî hat jinav birin.
Navborî tekez kir jî ku, dê Fransa piştgiriya xwe bo Hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqî berdewam bike.