14 akademîsyenên dijî “şer” hatin binçavkirin!

Ji 21 akademisyenên ku bo “Danezana Aştiyê” imze avêtibûn û derbarê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn jê 14 hatin binçavkirirn.

K24 - Enqere

Ji 21 akademisyenên ku bo “Danezana Aştiyê” imze avêtibûn û derbarê wan de biryara binçavkirinê hatibû dayîn jê 14 hatin binçavkirirn.

Di çarçoveya lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Kocaelîyê ve bi mebesta “Neteweya Tirk, Dewleta Komara Tirkiyê, Meclisîa Tirkiyê, Hikûmeta Komara Tirkiyê û sazî û dezgehên darizandinê yên dewletê bi awayekî eşkere hatiye biçûkxistin” û ji ber sucê  “kirina propagandayê ya bo rêxistina terorê” derbarê 21 akademisyenî de biryar hate wergirtin ku bêne binçavkirin.

Ji 21 akademisyenên ku imze avêtine “Danezana Aştiyê” 14 jê hatin binçavkirin. Hewlên derbarê 7 akademisyenên din de jî bo ku bêne binçavkirin berdewam im.

Herwiha bi awayekî gelemperî li bajarê Duzce, Colemergê Bartinê, Dêrsimê, Yalovayê, Sêwasê û Sakaryayê dozgeran derbarê bi dehan akademîsyenan de biryara lêpirsîn û binçavkirinê da.

Fly Erbil Advertisment