Asayîşa Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya PDK-Sê girt

Duh, Enûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi armanca piştgiriya pirsa Kurdî li Kongreya Cenevre3ê derbarê kirîza Sûriyê de dest bi kampanya komkirina yek milyon îmze li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kiribû

K24-Efrîn

Asayîşa Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S) û Serokê Encûmena Xwecihî ya bajarê Efrînê ya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê Hisên Îbiş girt.

Derbarê mijarê de Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê (PDK-S), ragihand ku şevê din Asayîşa bajarê Efrînê Endamê Komîteya Navendî ya Partiya wan Hisên Îbiş li ser rêya Efrîn-Şêran girtiye û heta niha çarenivîsa wî ne diyare.

Li gor daxwiyaniya PDK-Sê, Asayîşa Efrînê dema ku endamê wan li bajrê Efrînê îmze kom dikirin hatiye girtin. Duh, Enûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bi armanca piştgiriya pirsa Kurdî li Kongreya Cenevre3ê derbarê kirîza Sûriyê de dest bi kampanya komkirina yek milyon îmze li bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê kiribû.