Li 28 navçeyên Bakurê Kurdistanê 38 qerekol tên avakirin
Qedexe, pevçûn û aloziyên li bajarên Bakurê Kurdistanê ranawestin. Di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û dewletê de êdî şer li bajaran jî tê kirin.
K24 – Diyarbekir
Qedexe, pevçûn û aloziyên li bajarên Bakurê Kurdistanê ranawestin. Di navbera hêzên Partiya Karkerên Kurdistanê PKKê û dewletê de êdî şer li bajaran jî tê kirin. Ji ber vê rewşê, hikûmeta Tirkiyeyê radigihîne ku dê bi awayeke demkî li taxên 8 bajaran qerekolên hêzên taybet bên avakirin. Xelkê bakur li dijî biryara hikûmetê derdikeve û vê yekê wek çareserî nabîne.
Ev der navçeya Sûr ya Amedê ye. Ji 45 rojan zêdetir e li 6 taxên wê qedexe hatiye ragihandin û pevçûn didomin. Li navçeyê heta niha 11 çekdarên ewlehiya Tirkiyeyê û 16 jî sivîl û çekdarên PKK-ê canê xwe ji dest dane. Derdora 200 hezar kes malên xwe bicîhiştine. Di nava sûkê de êdî çeperên polîsan hatine avakirin. Li ser çeperan jî alayên Tirkiyeyê hatine daliqandin. Xelk li ber siya çek û polîsan danûstandinê dike.
Partiya Gel a Komarê CHP îddîa dike ko dê hikûmet hin dibîstan û Navendên Saxlemiyê wergerînin qerekolan. Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Nûman Kurtulmuş derbarê vê mijarê de ragihand ko, ji ber ewlehiya xelkê, heta ko asayişa bajaran bê temînkirin dê qerekol di nava bajaran de bin.
Li gorî biryara hikûmetê, dê li 28 navçeyên Amed, Şirnex, Colemêrg, Mêrdîn, Agirî, Bedlîs, Wan û Muşê 38 qerekolên nû bêne avakirin. Li van qerekolan dê tenê polîsên hêza taybet hebin. Li Tirkiyeyê hejmara polîsên hêza taybet niha 7 hezar û 800 e. Dê 11 hezar û 700 polîsên taybet yên din jî bêne standin. Piraniya xelkê bakur li dijî biryara avakirina qerekolên nû û zêdekirina hêzên ewlehiyê derdikeve.
Ji salên 90’an û pê de hin bajarên Bakur weke ‘herêmên taybet’ hatibûn îlankirin. Hejmara hêzên ewlehiyê li van bajaran zêde bû, lê piştî hilbijartina 7’ê Hezîranê ev hejmar careke din hat zêdekirin. Li gorî çavdêrên siyasî rewşa awarte û biryara avakirina qerekolan dê li ser jiyana xelkê bakur encamên neyînî peyda bike.