Dihok: Îmze bo pirsa Rojavayê Kurdistanê tên komkirin

Li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê ku dikevin sînorê parêzgeha Dihokê, bi serpereştiya ENKSê kampanya komkirina îmzeyan dest pê kir.

K24 – Dihok

Li kampên penaberên Rojavayê Kurdistanê ku dikevin sînorê parêzgeha Dihokê, bi serpereştiya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) kampanya komkirina îmzeyan dest pê kir.

Armanca kampanyayê, amadekarî ye bo beşdarbûn û diyarkirina mafên Kurdan li Rojavayê Kurdistanê di Kongreya Cenevre3 de ku biryar e 25ê vê mehê birêve biçe.

Yek ji penaberên Rojavayê Kurdistanê bi nave Hesen Umer ji Kurdistan24ê re got: "Ev derfeta ku bo Kurdan hatiye pêş derfeteke zêrîn e. Em dixwazin Kurd hemû bibin yek deng, armanca me jî ew e ku bi komkirina îmzeyan mafên Kurd ji dijmin bistînin."

Rêkxerê Komkirina Îmzeyan li Kampa Penaberan a Rojava, Dara Bedir jî bo Kurdistan24ê wiha axifî: "Li ser biryara ENKSê me dest bi vê kampanyayê kiriye. Ew yek milyon îmzeyan ji me dixwazin bo bidestxistina mafên Kurdan."

Endamê Polîtburoya Partiya Demokrat a Kurdistanê li Sûriyê Kawe Ezîz jî bo Kurdistan24ê got: "Li gor biryara Encûmena Asayîşa Navdewletî dive piştî şeş mehan li Sûriyê hikûmetek were pêkanîn, em jî dixwazin pirsa Kurd li ser maseya gotûbêjê were çareserkirin."

Biryar e 25ê vê mehê jib o pêkanîna hikûmetekê li Sûriyê, Kongreya Cenevre3 di navbera opozîsyon û rejîma Sûriyê de li Swîsreyê birêve biçe. ENKSê jî ragihand ku bi komkirina yek milyon îmze dikarin mafên Kurdên Rojavayê Kurdistanê di wê civînê de diyar bikin, lo ma jî kampanya komkirina îmzeyan daye destpêkirin.