Talebanî: Bawer nakim Artêşa Iraqê karibe Mûsilê vegerîne
Berpirsekî payebilind di hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, nayê pêşbînîkirin ku Artêşa Iraqê karibe bajarê Mûsilê ji DAIŞê rizgar bike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Berpirsekî payebilind di hikûmeta Herêma Kurdistanê radigehîne, nayê pêşbînîkirin ku Artêşa Iraqê karibe bajarê Mûsilê ji DAIŞê rizgar bike.
Cîgirê Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Qubad Talebanî, ji “Rueters” re ragihand ku, tevî serkeftinên dawiyê yên Artêşa Iraqê, lê ew bi gûman e ku Artêşa Iraqê karibe di sala 2016an de bajarê Mûsilê ji destê çekdarên DAIŞê rizgar bike.
Talebanî got jî, “Ez bawer nakim ku operesyona rizgarkirina Mûsilê di îsal de be, ji ber ku Artêşa Iraqê ne amade ye ji şerê Mûsilê re. Herwiha Hevpeymaniya Navdewletî jî baweriya wê bi karînên hemû hêzan tune ye ku karibin Mûslê di îsal de rizgar bikin.”
Tê zanîn ku Hevpeymaniya Navdewletî kar li ser avakirina Artêşa Iraqê û perwerdekirina wê dike, nexasim piştî têkçûna wê di Hizêrana 2014an de li pêş DAIŞê.
Talebanî eşkere kir, ku ew amade ne bi erka xwe beramber rizgarkirina Mûsilê rabin, lê nayê bêşbînîkirin ku Pêşmerge hêmanekî sereke be, di operesyona vegerandina Mûsilê de.
Di meha borî de, Artêşa Iraqê serkeftineke balkêş bi rizgarkirina bajarê Rumadî bidest xist, Serokwezîrê Iraqê Heyder Ubadî jî ragehand ku, DAIŞê dê di sala 2016an de têk biçe.