PDK dê pirsgirêkên Kurdistanê ligel YNK “çareser bike”
Polîtborya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi mebesta gotûbêjkirina pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), îro civiya.
K24 – Hewlêr
Polîtborya Siyasî ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) bi mebesta gotûbêjkirina pêşniyarên Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK), îro civiya.
Berdevkê Polîtboriya PDKê Cafer Êminkî di derbarê civînê de ji K24ê re ragihand, ku PDK bi destpêşxeriya YNKê ya ku hefteya borî pêşkêş kiribû “geşbîn e” û îro bo temamkirina gotûbêjan li ser wê destpêşxeriyê ew civiyan.
Êminkî got jî: “Em dilaram in ku dê igel YNKê hemû pirsgirêkên Herêma Kurdistanê bi hevbeşî çareser bikin û bigihin encamên gelek girîng.”
Herwiha Êminkî aşkere kir, ku di civîna îro de, behsa pêwendiyên di navbera Hewlêr û Bexdayê, dosya petrolê, pirsa referandûmê û rewşa Kurd li aliyên din yê Kurdistanê hatiye gotûbêjkirin.
Êminkî got jî, “Geşbîn bin ku lihevkirin di navbera PDKê û YNKê de heye.”