Li Diyarbekirê Komara Kurdistanê hat bibîranîn

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), li Diyarbekirê di 16ê Çileyê de, 70emîn Salvegra Komara Kurdistanê ku li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hatibû ragihandin bibîranî û ragihand ku Komara Kurdistanê rêya azadiya Kurdistanê ronî dike.

K24 - Diyarbekir

Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK), li Diyarbekirê di 16ê Çileyê de, 70emîn Salvegra Komara Kurdistanê ku li Mehabada Rojhilatê Kurdistanê hatibû ragihandin bibîranî û ragihand ku Komara Kurdistanê rêya azadiya Kurdistanê ronî dike.

Di çalakiya bîranînê de, hat diyarkirin ku hêvî ew e nirxên li Komara Kurdistan û Başûrê Kurdistanê hatine bidestxistin ji bo Diyarbekirê jî heman aqûbet be.

PSKê, li Diyarbekirê di çalakiya bibîranîna 70emîn Salvegera Komara Kurdistanê de, daxuyand ku temenê komarê 11 meh be jî, bermayî û nirxên neteweyî yên bêhempa ji gelê Kurd re hiştiye û divê ew nirx ji aliyê siyasetmedarên kurd ve jî bên pejirandin û jiyandin.

Sekreterê Giştî yê PSKê Mesûd Tek jî bal kişand ser wê yekê ku Komara Kurdistanê, bûye mijara lêkolîn û tezên zanistî û got her çiqas temenê wê 11 meh be jî babeteke ku dikare li ser gelek tişt bên gotin.

Di daxuayniyê de, sloganên; “Bijî azadiya Kurdistan, Kurdistan ji faşîstan re goristan û bijî azadî bimre koletî” hatin bilindkirin. Endamê Meclîsa Rêvebiriyê yê PSKê Remezan Moray jî got, Komara Kurdistanê, di serdemeke ku rêveberiyên dîktatorî li Rojhilata Navîn bûne, wek komar hatiye damezrandin, lê bûye kurbana berjewendiyên dewletên mêtînger.

Di xwepêşandana bibîranînê de, li ser şer û pevçûnên li Bakûrê Kurdistanê bang û daxwaz li PKKê û dewleta Tirk hat kirin ku şer û operasyonan rawestînin û li ser maseya gotûbêjan bi rêbazên şaristanî li çareseriyan bigerin.