300 xwendevanên Rojava li zanîngehan tên wergirtin
Piştî kirîza Sûriyê û xirabiya rewşa ewlehiyê li gelek parêzgeh û bajarên wî welatî gelek xwendevanên Kurd neçar bûn ji zanîngehên xwe dûrkevin û koçberî Herêma Kurdistanê bibin.

K24 - Hewlêr
Wezareta Xwendina Bilind a Herêma Kurdistanê, navê 300 xwendevanên Rojavayê Kurdistanê yên li başûr dimînin ragihand û êdî dikarin li zanîngehên Kurdistanê bixwînin.
Derbarê mijarê de BERPIRSê Yekîtiya Xwendevan û Ciwanên Demokrat a Kurdistanê-Rojava Ehmed Mihmed, ji K24ê re got ku wan hevahengî ligel hikûmeta Kurdistanê û Wezareta Perwerdê kiribû, da 300 xwendevanên Rojava yên li Başûr Kurdistanê dimînin li zanîngehan xwedina xwe berdewam bikin.
YXCDK-R da zanîn ku ew navên hatine ragihandin ji ew nav in ku di sala 2013an de hatibûn tomarkirin. Herwiha êdî kesên ku navên wan hatine ragihandin dikarin dest bi xwendina xwe ya zanîngehê li Herêma Kurdistanê bikin.
Piştî kirîza Sûriyê û xirabiya rewşa ewlehiyê li gelek parêzgeh û bajarên wî welatî gelek xwendevanên Kurd neçar bûn ji zanîngehên xwe dûrkevin û koçberî Herêma Kurdistanê bibin.