Avahiya PDKê li “Seyid Sadiqê” hat şewitandin
Di Cotmeha borî de hejmarek avahiyên PDKê li sînorê Silêmaniyê hatibûn şewitandin.

K24- Seyd Sadiq
Avahiya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li bajarokê Seyid Sadiqê hat şewitandina.
Berpirsê PDKê li Seyid Sadiqê, Hakim Reûf derbarê bûyerê de ji K24 re got: “Di destpêkê de, xwepêşandan bi navê rêgirtin li tankerên veguhestina petrolê hatibû rêxitstin, lê piştire xwepêşander ber ê xwe dane bargeha navçeya PDKê û çend odeyeke wê şewitandin.”
Hakim Reûf anî ziman jî ku, beriya yek heftiyê wan ew avahî wergirtibû, tenê du zêrevanan ew diparastin û kes ji kadroyên PDKê têde nebû.
Wî berpirsê PDKê anî ziman jî ku, avahiyên Komela Islamî ya Kurdistanê û Yekgirtûya Islamî ya Kurdistanê jî ji aliyê xwepêşanderan ve hatin kevirbarankirin.
Di Cotmeha borî de, hejmarek ji avahiyên PDKê li sînorê parêzgeha Silêmaniyê hatin şewitandin, wê demê PDKê, Tevgera Goranê bi germkirina xwepêşanderan li dijî PDKê, tohmetbar kir.