Biden: Divê PYD û PKK ji hev cuda bên nirxandin
Hinek parlamenterên ku beşdarî civînê bûbûn dan zanîn ku Biden gotiye; "PKK rêxistineke terorê ye û dive dest ji çekan berde lê belê dive mirov PYDê ji PKKê cuda binirxîne."
K24 – Stenbol
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden li Stenbolê ligel parlamenterên AKP, CHP û HDPê civiya. Hinek parlamenterên ku beşdarî civînê bûbûn dan zanîn ku Biden gotiye; "PKK rêxistineke terorê ye û dive dest ji çekan berde lê belê dive mirov PYDê ji PKKê cuda binirxîne."
Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden li Stenbolê ligel parlamenterên AKP, CHP û HDPê hevdîtinek pêk anî. Di cîvîna doh de ku nêzîka saet û nîvekê berdewam kir, ji AKPê Galîp Ensarîoglu û Orhan Mîroglu, ji CHPê Sezgîn Tanrikulu û Fîkrî Saglar û ji HDPê jî Leyla Zana, Altan Tan û Ayhan Bilgen amade bûn. MHP jî hatibû vexwendin lê kes jê beşdar nebû.
Piştî civînê Parlamenterê CHPê yê Mêrsînê Fîkrî Saglar, naveroka civînê ji Al Jazeerayê re eşkere kir. Saglar got: "Biden piştî guhê xwe da nerînên me, wî bi xwe nerînên xwe anîn ziman. Got ku ji bo demokratîkbûna Tirkiyê rola sîstema parlamenterî hêza parlamentoyê girîng e. Lê yên ku destûrê dabirêjin hun in û yên derbarê sîstema serokatiyê de jî biryar bidin hun in."
Biden wiha axifî ye: "PKK rêxistineke terorê ye û dive dest ji çekan û tundûtujiyê berde. Lê dive mirov PYDê ji PKKê cuda binirxîne. Ji ber PYD şerê DAIŞê dike ku bûye pirsgirêka herî mezin a cîhanê. DAIŞ hem jib o Amerîka hem jî bo Tirkiyê metirsiyeke mezin e."
Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu jî bersiva Cîgirê Serokê Amerîkayê Joe Biden da û got: "Biryargeha YPGê Qendîl e. Ji wê derê tê birêvebirin. Şerkirina li dijî DAIŞê nayê wê wateyê ku PYD partiyeke rewa bê dîtin."