“Hêzên Navdewletî neçar in danûstandinê ligel PYDê bikin”
Serokê Desteya Cibicîkar ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigehîne, ti vexwandin ji Hevserokê PYDê re bo Kongreya Cenîv3 nehatiye.
K24 – Qamişlo
Serokê Desteya Cibicîkar ya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) radigehîne, ti vexwandin ji Hevserokê PYDê re bo Kongreya Cenîv3 nehatiye.
Serokê Desteya Cibicîkar a TEV-DEMê Aldar Xelîl, îro ji K24ê re ragehand ku, ti vexwandin derbarê beşdariya Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Mislim di Kongreya Cenêv3 de nehatiye.
Xelîl tekez kir jî, heger hêzên navdewletî bixwazin çareyeke siyasî li Sûriyê bikin, divê danûstandinê ligel Rêveberiya Xweser û PYDê bikin.
Xelîl got jî, “Niha ti biryareke navdewletî tune ye bo rawestandina şer li Sûriyê, gûman jî heye ku Kongreya Cenev3 birêve neçe.
Biryar bû kongreya Cenêv-3 ya taybet bi dîtina çareseriyekê ji krîza Sûriyê re, di 25ê mehê de birêve çûba, lê li gor daxuyaniyên fermî, ji bo 28 vê mehê hat paşxistin.