Aşûriyên Qamişlo daxwaza çavdêriya navdewletî dikin
Rêxistina Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê daxwaza çavdêrên navnetewî dike ji bo şopandna bûyrên êrîşkirinê yên li ser pêkhateya wan.
K24 – Qamişlo
Rêxistina Aşûrî li Rojavayê Kurdistanê daxwaza çavdêrên navnetewî dike ji bo şopandna bûyrên êrîşkirinê yên li ser pêkhateya wan.
Polîtboriya Rêxistina Aşûriyan a Demokratîk, ku di Hevpeymaniya Opizîsyona Sûriyê de ye , duh daxuyanyek belav kir û tê de teqîna roja yekşemê ya li bajarê Qamişlo çê bûye şermezar kir, û diyar kirk u, armanc ji wan teqînan ew e ku Xiristiyan û pêkhateya Aşûrî ji navçeyê koçber bikin.
Herweha wê rêxistinê, desthilata li Qamişlo û Asayişa Rojavayê Kurdistanê ji ber wan teqînan ve berpirs zanî û got, “Ji bo xemsariya desthilata li Qamişlo û Asayişa Rojavayê Kurdistanê û wernegirtine tebabîrên ewlehiyê ji bo parastina sivîlan, bûyerên bi vî awayî dubare dibin”.
De 24 vê mehê de, di encama du teqînan li taxa westa li bajarê qamişlo 3 kesên ji pêkhateya Xiristiyanî canê xwe ji dest dan.