Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê ye

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê li Stenbolê beşdarî şîna Mistefa Koç bûye.

K24- Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî li Tirkiyeyê beşdarî şîna Mistefa Koç bû.

Serokê Komîteya Rêveber a “Koç Holdîng” Mustafa Koç, roja 21ê mehê canê xwe ji dest dabû.

Li gor ku di medyaya Tirkiyeyê de hatiye belavkirin, Nêçîrvan Barzanî jî îro beşdarî şîna Koç li Stenbolê bûye.

Herwiha hotêle Dîvan ya navûdeng li Hewlêrê jî, yek ji projeyên “Koç Holdîng” e.