Ocalan xelateke din ya “Aştiyê” werdigire
Nivîsgeha Aştiyê ya Navdewletî di 12emîn konfiransa xwe ya li Parlementoya Ewropayê de, Xelata Aştiyê diyarî Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan kir.
K24 – Navenda Nûçeyan
Nivîsgeha Aştiyê ya Navdewletî di 12emîn konfiransa xwe ya li Parlementoya Ewropayê de, Xelata Aştiyê diyarî Rêberê Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) Abdulah Ocalan kir.
Di merasma diyarîkirina xelatê de, Nûnerê Nivîsgeha Aştiyê ya Navdewletî Dr. Maria Giuseppina Indelicato axivî û got: “Ocalan 17 salan di rewşeke xirab de zîndan kiriye, nikare ligel meriv û parêzerên xwe bicive. Dewleta Tirk siyaseta tecrîdê li Îmraliyê birêve dibe, em jî li henber vê rewşê nîgeran in.”
Indelicato bangewaz li Rêxistina Bergîriyê li Îşkencayan ya Navdewletî (CIPT) kir, ku destêwerdanê di rewşa Ocalan de bike. Herwiha ji Yekîtiya Ewropayê jî xwast, ku hewlên xwe bo azadkirina Ocalan bike.
Xelat ji aliyê Perlemantara Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ruha Dîlek Ocalan hat wergirtin.

Herwiha di marasîmê xelatakirinê de, Indelicato got jî: “Bo me, Ocalan nûnerê aştiyê ye, ev xelat di kesayetiya wî de diyarî hemû gelê Kurd dikin. Dewlet û rêjîm dikarin Ocalan û PKKê wek terrorist binasin, lê em wek gel Ocalan wek Nûnerê Aştiyê dibînin, ev xelat jî nîşana wê yekê ye.”
Heta niha çendîn xelatên aştiyê li ser astê cîhan, diyarî Ocalan bûye, ji nava wan jî, xelata “Hemwelatiyê birêz” ya şaredariya mezin ya bajarê Palermo ya Îtalyayê bû, ku di 14 Kanûna 2015an de Serokê Şaredariya Paleromyê Luca Orlando ew xelat radestî Parêzerên Ocalan Mehmûd Şakar û Ebru Guney kir.

Di 20 Hezêrana 2015an de jî, Komeleya Xwendaekarên Zanîngeha Strathclydê ya Scotlandayê xelata “Şanaziyê” diyarî Ocalan kir, ku ew Xelat bi merasîmekê ji aliyê endama şanda Îmraliyê Leylan Bagriyanik ve hat wegirtin.
Rêveberê zanîngehê û komisyona xelatê di daxuyanekê de nivîsîbûn: “Ocalan hêjayî vê xelatê ye, ew demokrasiyê bo Kurdan dixwaze, herwiha dixwaze hemû mirov û civak bi şêweyekî yeksan bijîn. Ew Rêberê gelê Kurd û nivîskarê zêdetirî ji 40 pirtûkê ye.”
Di 20 Tîrmeha 2015an de, Partiya Sosyalist ya Okranyayê, xelata “Nîşana Aştî û Demokrasiyê” diyarî Abdulah Ocalan kir.