Wezîra Polîtîkayên Malbat û Civakê serdana Diyarbekirê kir
Wezîra Polîtikayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglu ji bo xebata bi navê Projeya Şêwirmendî ya Malbat û Civakê di cih de bibîne serdana Diyarbekirê kir.
K24 - Diyarbekir
Wezîra Polîtikayên Malbat û Civakê Sema Ramazanoglu ji bo xebata bi navê Projeya Şêwirmendî ya Malbat û Civakê di cih de bibîne serdana Diyarbekirê kir.
Sema Ramazanoglu ligel walî, parlementer û serokê AK Partî yê Diyarbekirê hevdîtin pêk anî. Di hevditinên xwede bal kişand ser şer û pevçûnên li Diyarbekirê û got: "Sedan sal e li Diyarbekirê pirsgirêkên wiha çêdibin lê hertim em bi serfirazî ji nava van pisgirêkan derketine. Tu kes nikare têkeve pêşiya serkeftina demokrasiya Tirkiyê. Ez mizgîniya rojê xweş didim we. Di demek nêzîk de dê rewşa siyasî baş bibe."
Ramazanoglu ku doh serdana Diyarbekirê kir, li ser projeya ku li tevahiya Tirkiyê dimeşînin wiha axifî: "Em ê ji bo her malbatekê şewirmendekî amade bikin û pirsgirêkên ku malbat di nav xwe de nikarin çareser bikin bi rêya şêwirmendê me dê bên çareserkirin. Ez ê jî îro ne wek wezîrekê wek pizîşkekê tevlî xebatên projeye bibim û serdana malbatan bikim."